'Em parastina welatê xwe dikin'

  • 10:44 11 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
EYN ÎSA - Jinên herêma Firatê ku tevlî mîtînga Eyn Îsayê bûbûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Armanca dewleta tirk ew e ku gelan qetil bike û herêmê dagir bike da ku xewin û xeyalên xwe li ser axa me pêk bîne. Heta jinek ji me hebe wê rê nede dewleta tirk ku xeyalên xwe li ser vê axê pêk bîne."
 
Bi hezaran şêniyên herêmên Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li qada şehîdan a navçeya Eyn Îsa mîtîngek li dar xistin. Jinên ku tevlî mîtîngê bûbûn helwestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
'Ev axa me ye, dîroka dê û bavê me ye'
 
Dayika bi navê Sebîha Elî ya ji Kobanê da diyar kirin ku ew hatin navçeya Eyn Îsa ji bo ku nerazîbûna xwe li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin ziman û wiha pê de çû: "Dagirker çiqas hewil bidin me ji axa me dûr bixin, ewqas girêdana me bi axê re zêdetir dibe. Ev axa me ye, dîroka dê û bavê me ye û bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin. Em dagirkeriya dewleta tirk li ser axa xwe qebûl nakin. Dewleta tirk axa me dagir dike, gelê herêmê talan dike û careke din bi çeteyên DAİŞ'ê re hevkariyê dike ji bo ku kiryarên xwe yên hovane bidomînin. Armanca dewleta tirk ew e ku gelan qetil bike û herêmê dagir bike da ku xewin û xeyalên xwe li ser axa me pêk bîne. Em rê nadin ku dewleta tirk xeyalên xwe pêk bîne."
 
'Bêdengiya dewletên navneteweyî dibe sedema komkujiyan'
 
Jina bi navê Nora El-Hamêd a ji Minbicê komkujî û binpêkirinên dewleta tirk û hevkarên wê di derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şermezar kir û got: "Dewleta tirk a dagirker ji 9'ê Cotmehê heta roja me ya îro bi dehan komkujî li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de anîn. Kiryar û êrîşên xwe li dijî sivîlan didomîne û dixwaze komkujiyên din bike. Sedema sereke ya ku dihêle dewleta tirk û hevkarên wê êrîşên xwe bidomînin bêdengiya dewletên navneteweyî ye. Bang li dewletên têkildar ên di warê parastina mafê mirovan de dikim ku bi lez biryarekê bigirin, ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
 
'Dewleta tirk zagonên navneteweyî binpê dike'
 
Her wiha jina bi navê Nehlê Casim a ji Dêre Zorê jî da zanîn ku dewleta tirk bajarên wan dagir dike û wiha domand: "Dewleta tirk û hevkarên wê jin û zarok dikin armanca êrîşên xwe. Zagonên navneteweyî binpê dike. Kantona Girê Spî û Serêkaniyê bi darê zorê dagir kirin û hemû rengên tudiyê li ser gel dide meşandin. Dewleta tirk hewil dide di nava pêkhateyên herêmê de nakokiyan derdixe. Dewleta tirk bi salan e plan dike ku bajarên Osmaniyan li Sûriyê ava bike. Ji ber vê yekê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev yek dibe sedema ku qeyrana Sûriyeyê dirêj bibe. Divê gelên Sûriyeyê li dijî dagirkirin, kuştin û koçberiyê be. Pêwist e em hişyar bin û her dem amade bin xwe biparêzin."
 
'Em mafê xwe dixwazin'
 
Di dawiyê de jina bi navê Îman El-Omer a ji Reqqayê wiha helwesta xwe anî ziman: "Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema qetilkirina bi sedan gelê herêmê. Piştî ku şervanên QSD' ê çeteyên DAÎŞ'ê li hemû deverên Sûriyeyê têk birin û dawiya wan anîn, dewlet tirk êrîş û gefên xwe li ser herêmê zêdetir kirin. Bi çekên giran û qedexekirî zarok, jin, ciwan û sivîl qetil kirin. Bang li rêxistinên mafê mirovan û dadgeha navneteweyî dikim ku sînorekî ji dewleta tirk re deynin. Alîkariya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî bikin ji bo ku vegerin malên xwe bi garantiya Neteweyên Yekbûyî. Bi boneya roja cîhanî ya mafê mirovan em daxwaz dikin ku mafê me û mafê zarokên me were parastin."