Malbatên girtiyan: Tiştên li Bakirkoyê hatine jiyîn şîdeta dewleta mêr e

  • 09:13 11 Kanûn 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Malbatên girtiyan diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên jiyîn, nîşaneya şîdeta dewleta mêr e û got: “Heta ev zîhniyet bi dawî nebe, em ê bi girtiyan re têbikoşin. Em ê şopdarê vê bin.”
 
Ji girtiya bi navê Esîn Kavruk ku li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne, ji bo bi zor mînaka DNA’yê bê girtin û bişînin Saziya Tipa Edlî di 28’ê Mijdarê de bi ser koguşa B-6 de hatibû girtin û polîsan li Esîn û girtiyên din îşkence kiribûn. Li dijî îşkenceya hatiye kirin bertek didomin. Xizmên girtiyên li girtîgeha Bakirkoyê bertek nîşan dan û pêvajo vegotin.
 
‘Şîdet zîhniyeta AKP’ê nîşan dide’
 
Dayika girtiya bi navê Hulya Gerçek, Mercan Gerçek bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgeha jinan a Bakirkoyê û da zanîn ku ev binpêkirin ne nû ne û wiha got: “Di 28’ê Mijdarê de polîs û gardiyanan bi ser koguşê de girtine û ev jî tespîta şîdeta dewleta mêr nîşan dide. Li dijî van pêkanînên dijhiqûqî me gelek caran xwest li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Lê destûr nedan û em rastî şîdeta polîs hatin. Em dizanin ku ev êrîşên li hember girtiyên jin zîhniyeta AKP’ê nîşan dide. Em ê heta ku ev zîhniyet bi dawî nebe bi girtiyan re têkoşîna xwe bidomînin. Em ê şopdarên van binpêkirinên mafan bin.”
 
‘Li Bakirkoyê binpêkirinên maf ên cidî tên jiyîn’
 
Mercanê di berdewamiya axaftina xwe de der barê rewşa tenduristiya girtiyên jin de agahî da û got rewşa Hulya û hevalên wê ji ber îşkenceyê ne baş e û got: “Ji bo em malbat zêde xemgîn nebin tiştên tên serê wan zêde nabêjin. Lê mezinbûna şîdetê dihat dîtin. Pihîn avêtine malzaroka jinan. Ji ber vê nikarin bimeşin. Dîsa bi porê wan girtine û kaş kirine. Ev pêkanînên li hember girtiyan li hember xizmên girtiyan jî pêk tên. Li girtîgehan lêgerîna tazî ferz dikin. Em rastî heqeretan tên. Ev pêkanîn têr dike ku em pêkanînên li girtîgehan tên jiyîn fêm bikin. Li Bakirkoyê binpêkirinên mafan ên cidî tên jiyîn.”
 
‘Rewşeke ku biryara DDB’ê nas nake heye’
 
Hasan Duman jî diyar kir ku meta wî Hatîce Duman bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ 17 sale girtî ye û got Hatîce li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê hatiye darizandin û rastî cezayê muebetê hatiye. Hasan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgeha Destûra Bingehîn, diyar kir ku ji ber li Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatiye darizandin û mafê darizandina adîlane hatiye binpêkirin, divê ji nû ve bê darizandin. Dadgeha ku Hatîce darizand cezayê muebetê da. DDB’ê jî di 6’ê Kanûnê de biryara darizandina ji nû ve da. Lê rewşeke ku biryara DDB’ê nas nake li holê heye.”
 
‘Em bi fikar in ku binpêkirin zêde bibin’
 
Hasan destnîşan kir ku zext û îşkenceya li girtiyan tê kirin bandor li ser malbatan jî dike û wiha berdewam kir: “Piştî zextê em nikaribûn biçin hevdîtinê. Em bi telefonê axivînin. Hatîceyê got ew baş e û ji ber hevalên wê yên lêdan xwarine fikara xwe anî ziman. Hatîceyê got ji bo hevala xwe Esîn Kavruk bi fikar e . Li gorî agahiyên malbatên çûne hevdîtinê, hatiye ditîn ku di encama îşkenceyê de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî. Em bi fikar in ku ev pêkanîn zêde bibin. Em malbat van zextan qebûl nakin.”