Komîsyona Mafê Zarok û Jinan a Mêrdînê tê çalakgirin: Hûn ne bi tenê ne

  • 09:02 11 Kanûn 2019
  • Rojane
Madîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Mêrdînê ku nû hat sazkirin, lez da xebatên xwe. Ji parêzerên Komîsyonê Fatma Balta wiha got: “Armanca me ya herî mezin, em nîşan bidin ku jin û zarokên rastî îstîsmar û şîdetê hatine, ne tenê ne.”
 
Di rojên borî de Baroya Mêrdînê bi hilbijartinê rêveberiya xwe guhert û parêzerên baroyê komîsyonên xwe niha çalak dikin. Tevî ku Komîsyona Mafê Jin û Zarokan berê hatibû avakirin jî bi awayekî çalak xebat nemeşandibû. Komîsyonê civîna xwe ya dema nû pêk anî û dest bi xebatan kir. Parêzer Ftma Balda diyar kir ku armanca wan ev e ku jin û zarokên rastî îstîsmar û şîdetê hatine, tenê nehêlin û ew jî xwe tenê hîs nekin.
 
‘Me bi jinan re komîsyon ji nû ve ava kir’
 
Fatmayê bi lêv kir ku komîsyon berê jî hebû ye lê zêdetir li ser dildariyê hatiye meşandin û got: “Ji ber xwe dispart dildariyê zêde kes tevlî nebûn. Bi rastî jî mirov di pêvajoyên zehmet de derbas bûn. Me îsal komîsyona xwe ya di bin banê baroyê de ji nû ve ava kir. Bi rastî dema bi dildarî tê kirin mirov dixwazin gelek tiştî bikin. Mixabin mirov ji piştgiriya hiqûqî bêpar in. Naxwazin tiştên jiyane vebêjin. Ditirsin dibêjin em bêjin wê çawa pêşwazî bikin. Em dixwazin peyama ‘hûn ne tenê ne’ bidin zarokan.”
 
Fatmayê anî ziman ku ji bo mudaxîlbûna dosyayan serlêdanê dikin lê ji aliyê dadgehê ve gelek caran tên redkirin û got: “Lê em serî natewînin. Em ê her tim daxwaz bikin. Bên redkirin jî em dosyayê dişopînin. Heta ji destê me bê em piştgiriya derûnî didin. Di pêvajoyên pêş de jî em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê nîşan bidin ku zarok û jin ne tenê ne.”