Rûniştina Sêwan Qadir a çarem hat dîtin

  • 17:03 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Evîn Galeleyî
 
SILÊMANÎ - Îro li dadgeha Silêmanî 4'emîn rûniştina doza Sêwan Qadir û her sê zarokên wê hat dîtin. Di vê dozê de ji aliyê parêzêrê wê ve belgeyên nû derket holê.
 
Sêwan Qadir û sê zarokên wê yên bi navê Darîn, Derûn û Larîn di şeva 16'ê Kanûna 2018’an de li bajarokê Çemçamal ji aliyê mêrê bi wê re zewicî yê bi navê Diyar Mecîd ve hatibû şewitandin. Îro çaremin rûniştina doza Sêwan Qadir û sê zarokên li dadgeha Silêmaniyê hat dîtin.
 
Di rûniştina îro ya doza dadgehê de li şahidan hat guhdarkirin. 
 
Birayê Sêwan Qadir, Dana Qadir  di dadgehê de got. “Min bi xwe ew videyoyên hatine belavkirin qeyd kiriye ez bi xwe bûm şahidê wê jî li ber çavê min Diyar li Sêwanê daye.” 
 
Piştre Eyub Mecîd ku parêzerê Sêwan Qadir e got: “Dema ku Sêwan li nexweşxanê ez li gel axivîm. Di videoyê de hatiye qeyd kirin ku sucbar Diyar Mecîd, Sêwan û sê zarokên wê şewitandiye. Ew vidyo jî weke belge da dadgehê.”