Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîş û guhertina demografiyê mîtîng li dar xistin

  • 15:42 10 Kanûn 2019
  • Rojane
EYN ÎSA - Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, bêdengiya Navneteweyî û guhertina demografîyê li navçeya Eyn Îsa mîtîngek li dar xistin.
 
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha şermezar kirina bêdengiya dewletên Navneteweyî û guhertina demografîyê li qada şehîdan a navçeya Eyn Îsa mêtîngek li dar xistin. Beşdaran di mîtîngê de alên meclisa malbatên şehîdan, Partiya Sûriya Pêşeroj, QSD'ê, Kongra Star û wêneyên şehîdan hildabûn. 
 
'Li hembar êrîşan em bêdeng namînin'
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir, piştre bi navê meclisa malbatên şehîdan û birîndaran Şemis Salih êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk herêmên ku dagir kirine demografiya herêmê guhert û bi hezaran şêniyên herêmê da koçberkirin. Dewletên navneteweyî li hember êrîşan û guhertina demografîyê bê deng in. Em soza xwe ji şehîd û gelê xwe re nû dikin ku em ê li hember êrişên dewleta tirk û hevkarên wê li ber xwe bidin û bê deng namînin."
 
'Li her deverê li dijî dagikeriyê em ê li berxwe bidin'
 
Piştre bi navê Partiya Sûriya Pêşeroj Îbrahîm El-Qeftan û bi navê Şêx û rûsipiyên herêmê şêx Hisên El-Elî bêdengiya navneteweyî şermezar kirin û wiha gotin: "Erdogan ji gelê Sûriyê daxwaz dike ku dagirkeriyê qebul bikin, lê şêniyên Sûriyeyê ne nezan e ku qebûl bikin. Em bang li gelê Sûriyê dikin ku li her deverê li dijî dagirkeriya dewleta tirk derkevin. Her wiha bangawaziya me ji neteweyên yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan, civaka Navneteweyî û Rûsiya ku dawiyê li dagirkeriya dewleta tirk bînin."
 
Piştre şandeyek ji 4 kesên ji kantona Girê Spî pêk tên çûn navenda Rusan a li navçeya Eyn Îsa, peyam û daxwazên gel ku dixwazin di demeke nêz de vegerin cih û warên xwe gihandin wan. Di encamê de Rusan da diyar kirin ku wê rêka M4 ji Eyn Îsa heta Til Temir di bin kontrola wan de be.
 
Piştre gel tevlî çalakiya mertalên zindî bûn. Çalakiya mertalên zindî di 3'yê kanûnê de bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin.