'Em ji axa xwe hez dikin'

  • 12:41 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Zarokên Kobanê hêrs û nerazîbûnên xwe li dijî komkujiya Til Rifetê parve kirin û  dan zanîn ku dewleta tirk û komên girêdayî wê zarokan hedef digirin û gotin: "Em êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ên li ser axa xwe napejirînin û em dixwazin bijîn."
 
Di 2'yê kanûnê de li Til Rifetê komkujî pêk hat. Zarokên ku bê sûc li kolanan dileyîstin bûn armancê topa dewleta tirk û 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û hinêk jê birîndar bûn, hîna jî rewşa birîndaran giran e û ew zarokan hinek ji wan destê xwe û lingê xwe winda kirin û di bin çavderiya bijîjkan de ne. Têkîldarî mijarê zarokên Kobanê helwestên xwe parve kirin. 
 
'Em ji axa xwe hez dikin'
 
Zaroka bi navê Tara Bekir da zanîn ku tu sûcê zarokan nîne, tên qetilkirin û wiha axivî: "Em komkujiya Til Rifetê şermezar dikin. Li Til Rifetê hevalên me hatin hedefgirtin, tu sûcê wan zarokan tune bû. Di nav şer de em zarok tên kuştin. Em dipirsin ka wê jiyana me çawa be? Em jî dixwazin wek hemû zarokan di dibistanên xwe de bixwînin û bijîn. Em ji axa xwe hez dikin û naxwazin dewleta tirk û çeteyên wê werin ser axa me."
 
'Em dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad û ewle bijîn'
 
Zaroka bi navê Bilind Mustafa diyar kir ku ew dixwazin li ser axa xwe azad û aram bijîn û wiha domand: "Bila dewleta tirk û çeteyên wê zarokan nekujin. Em dixwazin bi zimanê dayikê dibistanên xwe bixwînin û li ser axa xwe bi awayekî azad û ewle bijîn. Dewleta tirk çi ji me dixwaze? Çi sûcên zarokan hene ku parçeyek ji laşê wan diçe? Em dixwazin bijîn û pêşerojê xwe diyar bikin. Em jî wek zarokên Kobanê êrîşên li ser Til Rifetê şermezar dikin."
 
'Duh Til Rifet bû, sibehê li dewerek din e'
 
Zaroka bi navê Rengîn Berkel destnîşan kir ku ew mafê xwe yê zarokatiyê dixwazin û wiha dom kir: "Me êşa zarokên Til Rifetê dîtin, ew êşek mezin dijîn. Pir zarok bê sûc bûn û jiyana xwe ji dest dan. Em zarokên ku ji komkujiya DAIŞ'ê xilas bûne, lê îro dewleta tirk dixwaze careke din me bikuje. Duh Til Rifet bû, sibe dewerek din e. Mafê me ye ku em bixwînin û bi awayekî aram bijîn. Pêwist e ji dewleta tirk hesabê komkujiya zarokên Til Rifetê were xwestin."
 
'Em dewleta tirk li ser axa xwe napejirînin'
 
Zarokê bi navê Şiyar Xelîl diyar kir ku ew dixwazin li welatê xwe bi awayekî dilrihet lîstokên xwe bileyîzin  û wiha pê de çû: "Çi sûcê zarokên Til Rifetê hebû ku hatin qetilkirin? Em zarok dixwazin bixwînin, bi awayekî dilrihetî û bê tirsa mirinê li kolanan bileyîzin. Em jî dixwazin mafê me yê jiyanê hebe. Em êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser axa xwe napejirînin û em dixwazin bijîn."