'Dê berxwedana me zêdetir bibe'

  • 11:41 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Mamoste û xwendevanên Efrînê yên tevlî meşa şermezarkirina komkujiya Til Rifetê bûne axivîn û gotin: "Bila rêxistinên mafê mirovan bi taybet mafê zarokan çav û guhên xwe derbarê qetilkirina zarokên Efrînê vekin."
 
Di 2'yê kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir di encamê de 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Duh bi pêşengtiya KPC-D xwendevan û mamosteyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û berê xwe dan noqteya rusan û destegulek reş, bi dirûşmeya "Zarokan nekujin" danîn pêşiya noqteya Rusan. Têkîldarî mijarê mamoste û xwendevanên ku tevlî meşê bûne helwestên  xwe anîn ziman.
 
'Hevalên me yên zarok qetil kirin'
 
Zaroka bi navê Zeyneb Muhemed a ku beşdarî meşa şermezarkirina komkujiya Til Rifetê bûye wiha got: "Erdogan ji xwîna zarokên kurd têr nabe. Em Erdogan û êrîşên wî lenet û şermezar dikin. Êrîşî Til Rifetê kir wê êrîşî hemû deverên Şehbayê jî bike û rojane zarokan di komkujiyê re derbas bike. Hevalên me yên zarok qetil kirin. Divê cîhan bêdeng nemîne."
 
'Em li dijî qetilkirina zarokan in'
 
Mamoste Bêrîvan Cefer jî di derbarê komkujiya Til Rifetê de wiha got: "Em li dijî qetilkirina zarokan in. Armanca Erdogan ew e ku bi rêya komkujiyan zarokan ji zimanê wan qut bike, lê ev yek ew ê pêk neyê, ji ber vê yekê em ê her li kolanan bin û helwestên xwe li hember dagirkeriyê nîşan bidin."
 
'Çiqas êrîş hebin, dê berxwedana me zêdetir bibe'
 
Xwendekar Hêva Sîdo nêrîna xwe wiha anî ziman: "Di komkujiya Til Rifetê de piranî zarokên Efrînê hatin qetilkirin. Îro em ji bo hevalên xwe daketine qadan. Em ê her dem li ser piya bin û parastina xwe li hember dagirkeriyê bikin. Divê Rusya jî êdî dawî li bêdengiya xwe bîne. Erdogan çiqas êrîş bike, dê berxwedana me ewqas zêde bibe." 
 
'Dewleta tirk nikare bi qetilkirina zarokan kurdan tune bike'
 
Mamoste Leyla Mihemed komkujiya Til Rifetê şermezar kir û wiha got: "Em komkujiya li Til Rifetê şermezar dikin. Dewleta tirk nikare bi qetilkirina zarokan, kurdan tune bike. Zarok û gelê Efrînê dê rojane li kolanan bin û êrîşên Erdogan şermezar bikin. Bila rêxistinên mafê mirovan bi taybet mafê zarokan çav û guhên xwe derbarê qetilkirina zarokên Efrînê de vekin."