Remziyeya ku hat gotin întixar kiriye: Bi zorê hat zewicandin

  • 11:15 10 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Li navçeya Hênê ya Amedê hat hînbûn ku Remziye di temenê biçûk de bi zorê hatiye zewicandin û di pêvajoya 2 salan a zewaca xwe de ji aliyê bavê mêrê bi wê re zewicî bi îstismara zayendî rû bi rû hatiye hiştin. Kesa ku Remziye nas dike û nexwest navê xwe bide da zanîn ku Remziye berî ku ji derûniya ne baş rizgar bibe bi yekî din re hatiye zewicandin. 
 
Di 8'ê Kanûnê de li Gundê Nerîba Axo ya Hênê ya Amedê jina bi navê Remziye Yalçin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Remziyeya ku hatibû gotin bi çekê xwe întixar kiriye rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û li wir jiyana xwe ji dest dabû. Hat diyarkirin ku Remziye bi zorê hatiye zewicandin û ji malbata xwe re nîşeyek hiştiye. 
 
Her wiha di çarçoveya lêpirsîna ku hatibû destpêkirin de îfadeya şahidên bûyerê hatin girtin. Lê di çarçoveya lêpirsînê de kesekî bi sifata "bi guman" îfade neda.