Li Wanê 3 hevşaredar hatin girtin

  • 10:37 10 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Ji hevşaredarên di 6'ê Kanûnê de li Wanê di avêtina ser malan de hatin binçavkirin Hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan, hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatin girtin û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan jî bi şerdê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Di 6'ê Kanûnê de polîsan avêtibû ser malên hevşaredarên navçeya Bêgiriyê, hevşaredarên Qelqelî û Elbakê yên Wanê. Ji hevşaredarên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan, hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatin girtin û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Hevşaredarên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.