‘Amîda Jîn mala jinan e, divê her jin xwe aydê vir hîs bike’

  • 09:20 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Ji Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn, Lale Devîren diyar kir ku Amîda Jîn mala jinan e, divê her jin xwe aydê vir hîs bike û got: “Em ê li ser dersên weke pêşketina zarokan, hunera destan û zayenda civakî bixebitin. Em ê li taxan biçin serdana malbatan. Em ê li daxwazên jinan guhdar bikin.”
 
Li navçeya Sûr a Amedê, di bin banê şaredariya Sûrê de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin hat vekirin. Amîda Jîn ji roja vebûye heta niha eleqeyek mezin dibîne. Amîda Jîn ku heta niha bi koma xwe ya ji 3 kesî pêk tê xebatan dimeşîne, ewil li taxa Îskenderpaşa dest bi serdanan kirin. Xebatkarên wê xebatan ji jinan re vedibêjin û pêşniyarên jinan digirin. Li ser daxwaz û pêşniyaran jî atolye û projeyan wê pêk bînin. Lale Devîren ku xebatkara navendê ye, der barê armanc û projeyên xwe de axivî.
 
‘Ji 10 jinan 9 heb şîdetê dibînin’
 
Laleyê destnîşan kir ku hewcedariya jinan bi hev heye û got: “Şîdet, tacîz û tecawiz li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Em jin têkoşînek mezin didin lê di vê mijarê de cezayên bi bandor nayên dayîn. Dema şîdet tê gotin ewil a fîzîkî tê hişê mirovan. Lê li welat ji her 10 jinî 9 heb şîdeta civakî, aborî û derûnî dibînin.”
 
‘Pevçûnan bandorek giran kiriye’
 
Laleyê daxuyakirin ku jinên rastî şîdetê hatine hewcedariya wan bi saziyeke ku dikarin serlêdanê bikin heye û wiha berdewam kir: “Ne tenê li ser şîdetê, divê di alî civakî û aborî de jî piştgirî ji bo jinan bê dayîn. Malên ku em dibin mêvanên wan, em daxwazên wan guhdar dikin. Yek ji derfetên me ev e ku em di taxê de ne. Yanî jin raste rast dikarin bigihêjin me. Li gorî cihên din Sûr hinek din hesastir e. Bandora pevçûnên ku hatiye jiyîn hîna jî hene.”
 
‘Mala hemû jinan e’
 
Laleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bang li hemû jinan dikin. Hûn li ku dibin bibin, ji kîjan, ziman çand û olî dibin bibin ferq nake. Ev mala hemû jinan e. Divê her kes xwe aydê vir hîs bike. Armanca me piştgirî û piştevaniya ji bo jinê ye. Em jî jin in û herî zêde jin ji jinê fêm dikin. Yên ku jinê biparêzin dîsa jin in. Ji her derê Amedê jin dikarin bên.”