Reyhan Yalçindag: Welat di qada mafê mirovan de şûnde dikeve

  • 09:18 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Cîgira Serokatiya Giştî ya Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî parêzer Reyhan Yalçindag wiha got: “Em dikarin bêjin ku hemû destkeftiyên jinan avêtine dawî. Di şexsê jinê de dema mirov rewşa destkeftiyên jinan dibînin, dikarin bêjin ku welat şûnde ketiye.”
 
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10-17’ê Kanûnê de Peymana Gerdunî ya Mafê Mirovan îlan kir û ev dîrok di heman demê de Hefteya Mafê Mirovan hat qebûlkirin. Tirkiyeyê jî ev peyman di 1950’î de îmze kir û di 1954’an de ket meriyetê. Ev peyman di nokteya mafê mirovan de wek referans tê dîtin. Cîgira Serokatiya Giştî ya Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî parêzer Reyhan Yalçindag girîngiya Hefteya Mafê Mirovan, binpêkirinên mafê jinan, rêveberiya teng a piştî OHAL’ê nirxand.
 
*Em dikevin Hefteya Mafê Mirovan, hûn binpêkirina mafên jinan a li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
 
Dil dixwest ku em vê hefteyê bi pîrozbahiyan derbas bikin. Lê mixabin em ji vê gelek dûr in. Em di pêvajoyeke ku mafê mirovan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin de derbas dibin. Ev hefte di heman demê de rastî hefteya mafê hilbijartinê ya jinan tê. Di 5’ê Kanûna 1934’an de li Tirkiyeyê ji bo jinan mafê hilbijartinê hat dayîn. Mînak li Swîsreyê 36 sal berê, li Fransayê 10 sal berê, li Elmanyayê 16 sal berê ji bo jinan hatiye nasîn. Tirkiyeyê pêngava xwe zû avêtiye lê mixabin di fîîliyatê de jin çiqas di siyasetê de cih digirin, ew mijarek cuda ye. 15 hevşaredarên HDP’ê yên di hilbijartina dawî de hatin hilbijartin, hatin girtin û ji van jî 10 heb jin bûn.
 
Em di pêvajoya ku hemû mafê jinan avêtine plana dawî de derbas dibin. Dema mirov li qadên destkeftiya jinan binêrin, mirov dibînin ku welat şûnde ketiye. Di 2016’an qeyûm tayînê şaredariyan bûn. Di îdianameyan de têgeha ‘qaşo hevserokatî’ hebû. Li dadgehan darizandinên li ser vê hîna didomin. Ev di rêziknameya partiyek siyasî û bernameya partiyê de hebû. Dema ev rêzikname tê avakirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê tê dayîn, ji wir tê qebûlkirin û piştre dest bi jiyana siyasî tê kirin. Ev di rêziknameya partiya siyasî de hat qebûlkirin û hat xwestin ev li herêmî jî bê pêkanîn. Lê desthilatdariyê dest bi girtin, doz, tayînkirina qeyûman kir. 
 
*Piştî OHAL’ê jî polîtîkayeke êrîşê ya zêde bûye û didome mijara gotinê ye. Di pêvajoya dawî de bi hezaran kes hatin girtin. Hûn wek hiqûqnasekê vê çawa dinirxînin?
 
Li gorî karîneya masumiyetê, heta ku hemû delîl dernekevin holê û hukma ceza neyê teqezkirin, kes bê sûc tê qebûlkirin. Lê em li îro binêrin. Daraz di pêvajoya lêpirsînê de, hemû kesên muxalîfên desthilatdariyê ye, davêje kazanên pîrebokan. Lingekê desthilatdariyê, daraz yê din jî çapemenîye. Li vî welatî ya herî bi xof ev e ku hemû kesên muxalîf cuda tê dîtin û ev jî bandorê li ser doz û zimanê darazê jî dike.
 
*Em di binpêkirina mafê jinan de di kîjan nokteyê de ne, hûn vê çawa dinirxînin?
 
Di 11 mehan de 430 jin hatin qetilkirin. Ev tiştekî ji jimarê wêdetir e. Her jinek çîrokek wê ya jiyanê heye. Ligel vê jî zarok, malbat, heval, cîran û hevpîşeyên jinên hatine qetilkirin bicih bikin. Binêrin çiqas mirov zirarê dibînin. Ev me hemûyan eleqeder dike. Ev kuştinên ku ji nêz an jî dûr ve me eleqeder dike ne. Nokteya em hatinê bi rastî jî bi xof e. Ji her çînê jin hedef tên girtin rastî şîdetê tên. Dema dixwazin dest ji hevjîn berdin tên qetikirin.Em her roj bi bîlançoyeke ku wek şer re tên rû hev. Tevî ku jin li dijî binpêkirina mafan, ji bo tedbîrên parastinê têdikoşin jî tabloyek reş li pêş me ye.
 
Mînak stargehên şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin çi bûn? Aqûbeta jinên daxwaza stargehê dikin çi bû? Em neçar in bersiva pirsan bidin. Yek ji mijarên din a ku em her tim li ser disekinin binpêkirinên li hember mafen mirovan û mafê jinan e. Ev bîlanço jî derdixe holê ku divê tedbîrên pêwist bên girtin. Yek ji lingên din jî mijara ku jin di alî mafên xwe de di alî xwegîhandina mafên xwe de çiqas xwedî agahî ne. 
 
*Peyama we ya der barê Hefteya Mafê Mirovan de çi ye, hêviya we çi ye?
 
Em di pêvajoyeke ku maf bi awayekî hovane tên binpêkirin, gumanbar bê ceza tê hiştin de derbas dibin. Polîtîka bêcezakirinê ya bipêkirina mafan didome. Binpêkirinên der barê qedexeya îşkenceyê de didome. Mafê meş û civînan bi giştî hatiye rakirin. Nêrîneke wisa yekparêz heye ku li hemû qadan belav bûye. Ez bawer im ku ev hemû bi têkoşîneke maf a bi israr dikarin bi ser bikeve. Ji ber vê jî ji her demê zêdetir hewcedarî bi dengê jina rêxistinkirî heye. Di hefteya mafê mirovan de tiştê herî zêde divê em li ser bisekinin edalet e.