Parêzer Rojşîn Mehmûd: Me li ser axa me dikujin

  • 09:10 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Piştî ku 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ji aliyê Lijneya Giştî ya NY'ê ve hat qebûlkirin û şûnde her sal 10'ê Kanûnê wekî Roja Mafên Mirovan a Naveneteweyî tê pîrozkirin. Derbarê mijarê de parêzer û Rêvebera Komîteya Mafê Mirovan a Kobanê Roşîn Mehmûd Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi bîr anî û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.
 
Bi avabuna netew-dewletan re şer, pevçûn, kuştin û talankirina jiyana mirovan her ku çû zêdetir bu. Hêzên serdest hem  dikujin û hem jî ji kiriyarên xwe re qilifekî çêdikin û navên cuda lê dikin, her wiha wekî her kiryarên xwe ku ji wan re qilifekî dibînin di roja me ya îro de ku bi hezaran komkujî tên kirin û kes ji ser axa xwe tên koçberkirin û bahskirina mafên mirovan bê wate dibe de sibe 10'ê Kanûnê wê wekî  Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bê pîrozkirin. Ji ber sedema şerê cîhanê yê yekem û diwem gelek mirov hatine kuştin, koçber kirin û her wiha weke kole ji hêzên serdest re dane xebitandin. Piştî van hemû pêkanînan ji bo ku her kes bibe xwedî mafê jiyanek bi ewle di Hizêrana 1948'an de piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji bo danasîna mafê mirovan  li cîhanê û rêzgirtina ji mafên mirovna re, Lijneya Giştî ya ya Neteweyên Yekbûyî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî di Hezîrana1948'an de  pêşkêşî dewletan kir û ev danezan  di 10’ê Kanûna heman salê  ji aliyê 48 dewletan ve hat pejirandin û 8 delwtan jî nepejirand. 
 
 Di derbarê vê mijarê de parêzer û Rêvebera Komîteya Mafê Mirovan a Kobanê Roşîn Mehmûd li ser Roja Mafên Mirovan a Naveneteweyî nirxandin kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.
 
‘Mafê me ye em azad bijîn'
 
Roşînê da zanîn ku bi armanca parastina mafên mirovan ev roj hatiye îlankirjn û wiha pêde çû: "Di roja me ya îro de mafê mirovan tê binpêkirin. Di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qirkirin, talankirin, wêrankirin, kuştin û revandin tê kirin. Neteweyên Yekbûyî qaşo qanûn derxistine ku mafê her mirovekî yê azad biaxivin, azad bifikirin û azad baweriyên xwe pêk bînin heye. Lê em dibînin ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûnên Navneteweyî tên binpêkirin. Li Bakurê Sûriyê gelek dibistan ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê hatin girtin. Bi sedan zarok bê xwendin man. Zarokên me pêşeroja me ne, lê îro em dibînin mafê wan ê xwendinê tê binpêkirin. Armanca dewleta tirk qirkirina Gelê Kurd e, şêniyên wê yê resen dide koçberkirin û li şûn wan malbatên çeteyan bi cih dike.”
 
‘Nabe em bêdeng bimînin û ji desthiladariyê re serî bitewînin'
 
Roşînê destnîşan kir ku ew aşîtî û aramiyê dixwazim ew şer naxwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me êrîşî tu kesî nekiriye, em tenê parastina xwe dikin. Bi salan e em li ser axa xwe dijîn û em dev ji axa xwe bernadin. Dewleta tirk û komên çete yên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî  dagir kirine qaşo tên sînorê xwe diparêzin, lê bi rengekî hovane êrîşî gel dikin. Komkujiya ku li Til Rifetê li ser zarokên me pêk anîn, dide diyarkirin ku dewleta tirk bi rêya van êrîşan dixwaze Gelê Kurd bi biçûk û mezinan tune bike. Her wiha komkujiya ku li gundê Qurfilê çêbûyî jî bi heman rengî ye. Li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê neheqiyek heye. Gava mafê me were binpêkirin rûmeta me tê binpêkirin. Lewma nabe em bêdeng bimînin û serî bitewînin. Ne mafê kesekî ye jiyanê ji dest me bigire, me bikuje, me bigire û wenda bike. Dema ku dibêjin em rêxistinên mafên mirovan e pêwîste mafê her mirovekî di aliyê ziman, ol, çand û nasnameyê de bê parastin. Lê ev yek tune ye rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî lal, ker û kur in."