'Ji ber zivistanê pêwistiyên koçberan zêdetir dibin'

  • 09:06 10 Kanûn 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji ber êrîşan bi hezaran şêniyên li Serêkanî û Girê Spiyê koçber bûn û li Kampa Newrozê hatin bi cih kirin. Rêvebera Kampa Newrozê Dicle Mihemed diyar kir ku ji ber demsala zivistanê pêwistiyên koçberan zêdetir dibin û got: "Niha ji bo koçberan sobe, cil, pêlav û pêwistiyên zivistanê hene. Em bang li hemû kesan dikin ku alîkariyê bidin koçberan."
 
Ji 9'ê cotmeha 2019'an dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encama êrîşan de bi hezaran şêniyên li Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Şêniyên ku koçber bûne hinek ji wan li kampa Newroz a Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi cih bûne. Têkîldarê mijarê Rêvebera Kampa Newroz Dicle Mihemed rewşa kampê nirxand.
 
'Kampa Newroz ji bo civaka Êzidî hatibû avakirin'
 
Dicleyê behsa avakirina kampa Newroz kir û wiha domand: "Di sala 2014'an de me kampa Newroz ji bo koçberên Êzidî avakiribû, her roj bi hezaran şêniyên Şengalê koçber dibûn û berê xwe didan kampa Newrozê. Hêjmara herî dawî ya koçberên Şengalê 13 hezar malbat bûn. Piştî ku şervanên me Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, hemû koçberên Şengalê vegeriyan li ser axa xwe."
 
'Me pêşwaziya 50 malbatan kiriye'
 
Dicleyê da zanîn ku kampa Newroz di 26'ê cotmehê de ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî ji nû ve hat vekirin û wiha pêde çû: "Me heya niha pêşwaziya 50 malbatên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kiriye, Em dikarin pêşwaziya 13 hezar malbatan jî bikin."
 
'Ji bo zarokan amadekariya vekirina dibistanê dikin'
 
Dicleyê balkişand ser pêwistiyên koçberan û wiha dewam kir: "Ji ber ku em dikevin demsala zivistanê pêwistiyên koçberan bi germahî heye, ji ber vê rêxistinên alîkariyê  ya Rojava dê sobe, cil, pêlav û pêwistiyên zivistanê di vê heftiyê de ji bo koçberan rêbikin. Di kampê de nêzî 95 zarok hene, ev zarok bê xwendin mane, ji ber wê em niha amadekariya vekirina dibistanan dikin. Her wiha rêxistinên alîkariyê ya Rojava pêwistiyên gel ê jiyanî rêdikin."
 
'Em di aliyê nexweşiyê de alîkarî didin'
 
Dicleyê di dewama axaftina xwe de balkişand ser bijîşkên di kampê de û wiha got: "Di kampê de sê bijîşkên heyva sor a kurd û sê jî bijîşkên bê sînor hene. Ev bijîşk di aliyê tenduristiyê de alikariyê koçberan dikin, nexweşiyên giran hebin jî em her aliyê de alîkar dibin û tedawî dikin."
 
Dicleyê behsa zehmetiyên koçberan kir û wiha pêde çû: "Kesên ku koçber bûne, bandorî li ser derûniya wan kiriye. Ji ber ku ev ne cara yekeme neçarî koçberiyê dibin û li kampê dijîn. Em rojê pênc caran derdikevin û serlêdana malbatan dikin û pêwistiyên wan tînin bi cih."
 
'Em bibin yek dest û alîkariyê bidin koçberan'
 
Dicleyê bang li herkesî kir da ku alîkariyê bidin koçberan û wiha got: "Ez bang li hemû kesê dikim ku bibin yek dest û alîkariyê koçberan bikin, ji ber ku ev gel ne cara yekeme ku neçarî koçberiyê hatin. Hêviya me tevahî ew e ku di demek nêzde axa wan ji dewleta tirk û çeteyên wê xilas bibin û vegerin li ser axa xwe."