ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 10 Kanûn 2019
  • Rojev
*Malbatên berxwedêran çûn serdana malbatên ku di êrîşa Til Rifetê de xizmên xwe windakirin û gotin: "Em êrîşên li hemberî gelan şermezar dikin. Em ê bi yekîtiya gelan dê dagirkeriyê têk bibin." DÎMEN HEYE 
 
*Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Rêvebera Qada Civakî ya Kantona Qamişloyê Gulîstan Elî û Rêvebera Rêxistina Sara ya Tundiya li Dijî Jinan Mûna Ebd-ElSelam bal kişandin ser bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û gotin: "Hişmendiya hêzên desthilatdar mirov bê maf hiştin. Her wiha li hemberî komkujiyên li herêmê pêk tên rêxistinên mafên mirovan xwe bêdeng dikin." DÎMEN HEYE 
 
*Ji ber êrîşan bi hezaran şêniyên li Serêkanî û Girê Spiyê koçber bûn û li Kampa Newrozê hatin bi cih kirin. Rêvebera Kampa Newrozê Dicle Mihemed diyar kir ku ji ber demsala zivistanê pêwistiyên koçberan zêdetir dibin û got: "Niha ji bo koçberan sobe, cil, pêlav û pêwistiyên zivistanê hene. Em bang li hemû kesan dikin ku alîkariyê bidin koçberan." DÎMEN HEYE 
 
*Piştî ku 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ji aliyê Lijneya Giştî ya NY'ê ve hat qebûlkirin û şûnde her sal 10'ê Kanûnê wekî Roja Mafên Mirovan a Naveneteweyî tê pîrozkirin. Derbarê mijarê de parêzer û Rêvebera Komîteya Mafê Mirovan a Kobanê Roşîn Mehmûd Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi bîr anî û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. DÎMEN HEYE
 
*Komeleya Berê Her Tîştî Zarok li Amedê ji bo parastina ziman û çandê xebatên cuda birêve dibe. Seroka komeleyê Cevahîr Sadak Duzgun, diyar kir ku zarok jiyaneke qedexe dijîn û got: "Pêwîste her kes bi zimanê zikmakî biaxive û zarok nasnameya xwe ya aîdê xwe hilbijere. Ji bo vê jî rêxistinbûyîneke xûrt pêwîst e.” BI DÎMEN
 
*Di ser qedexeya derketina derve û komkujiyê de 4 sal derbas bû û der barê komkujiyê de gelek dosya bi hinceta ‘ne li gorî hiqûqê ye’ bi neşopandinê bi encam bû. Yek ji parêzerên dosyaya Cizîrê Newroz Uysal diyar kir ku her dosya ji neşopandinê re û ji kiryarnediyariyê re hatiye hiştin û got wê şopdarê pêvajoyê bin.
 
*Cîgira Serokatiya Giştî ya Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî parêzer Reyhan Yalçindag wiha got: “Em dikarin bêjin ku hemû destkeftiyên jinan avêtine dawî. Di şexsê jinê de dema mirov rewşa destkeftiyên jinan dibînin, dikarin bêjin ku welat şûnde ketiye.”
DÎMEN HEYE
 
*Ji Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn, Lale Devîren diyar kir ku Amîda Jîn mala jinan e, divê her jin xwe aydê vir hîs bike û got: “Em ê li ser dersên weke pêşketina zarokan, hunera destan û zayenda civakî bixebitin. Em ê li taxan biçin serdana malbatan. Em ê li daxwazên jinan guhdar bikin.”DÎMEN HEYE