Mamoste û Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bêdengiya Rusya şermezarkirin

  • 16:29 9 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - KPCD'a Kantona Efrînê bi tevlibûna  mamoste û xwendevan bi dirûşmeya "Zarokan nekujin" berê xwe dan noqteya rusan û Komkujiya Til Rihfatê şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Til Rifetê bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi tevlibûna mamoste û xwendevan daketin qadan û meş li dar xistin. Meş ji kampa Berxwedanê heta noqteya rusan a gundê Wehişiyê ya Kantona Şehbayê hat berdewamkirin. Di meşê de wêneyên şehîd û birîndarên Komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsa "Em perperîkên jiyanê ne, me nekujin", "Bese ji barandina hêsrên dayikan re" û "Erdogan xwînmijê zarokên Efrînê ye" hat hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî hat dayîn. daxuyanî ji aliyê xwendevan Zeyneb Lolo ve hat xwendin û wiha hat gotin:  "Em zarokên Efrînê ne, ji gund, bajar û axa xwe hatine koçberkirin, xeyalên me yên jiyanê hatin kuştin. Hîn me çavê xwe li Cîhanê venekiriye, me jiyan bi top, balafir û dengê fîşekan û rengê xwînê naskir. Xewnên me hemû bûne bi xof in. Dema hûn çîrokek ji zarokên xwe re dibêjin, gelo hûn dizanin çîrokên ji me re tên gotin tenê xwîn koçberî û panebertî ye. Hemû rêxistinên mafên zarokan û mirovan çima bersîva me nadin. Di qanûnên Navneteweyî de rêza yekem mafê mirov ê jiyanê heye û ev maf bi taybetî ji bo zarokan e.  Yên ku van qanûnan ferz dikin divê bibînin ku zarok li Şehbayê jî dijîn û bila xwedî li qanûnên ku derxistine derkevin.  Zarokên Efrînê li gel dengê top û fîşekan mezin dibin. Di encama êrîşên ku hatin kirin de hevalên me hatin qetilkirin. Hovîtiya ku hat kirin di televîzoyonan de hat pêşandan. Hevalên me yên hatin qetilkirin ê herî mezin 15 salî bû û ya herî biçûk jî 3 salî bû. Gelo kî wê bersîva me bide û êşa me fam bike. 
 
Zarokên hatin qetilkirin bibînin
 
Banga me ji tevahî dayik, bav, zarok, rêxistinên mafên mirovan û civakên navneteweyî re heye ku xwe bikin şûna me êşa me parve bikin.  Em dibêjin ku bila zarokên xwe bikin şûna zarokên me ku hatine qetilkirin, hîs bikin û pratîka xwe careke din raxin ber çavên û bifikirin. Banga me ji Rusya û hikûmeta Sûriyeyê re heye yên ku dibêjin em parastina Şehbayê dikin, heger hûn me diparêzin çima em tên qetilkirin, xwedî helwest bin ku zarok ji komkujiyan rizgar bibin û em karibin xeyalên xwe bijîn.”
 
Piştî daxuyaniyê xwendekaran destegulek reş bi dirûşmeya "Zarokan Nekujin" danîn pêşiya noqteya Rusan.
 
Meş bi dirûşmeya "Ji qetilkirina zarokan re na" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.