Li Zanîngeha Silêmanî li dijî şîdeta li ser jinê semîner hat dayîn

  • 15:56 9 Kanûn 2019
  • Rojane
SILÊMANÎ - Li Silêmanî li Fakulteya Hiqûqê li ser cudakariya zayendî ku jin di nava civakê de pê re rûbirû dimînin û şîdeta li girtîgehan li jinan tê kirin semîner hat dayîn. 
 
Li Silêmanî li Fakulteya Hiqûqê di çarçoveya  kampanyaya 16 rojan ku li dijî tundiya li ser jinan hatibû destpêkirin de, semînerek bi tevlibûna  Doktor Seyran Ehmed û mamostaya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmanî Suzan Osman Qadir hat lidarxistin. Di vê semînerê de bal hat kişandin ser zahmetiyên hevberdanê û rewşa dadgehên taybet ku cudahiya zayendî dikin û îşkenceya li girtîgehan li jinan tê kirin.
 
Jin bi cudakariya zayendî re rûbirû dimînin
 
Di despêka semînerê de doktor Seyran Ehmed behsa du curên cudakariya zayendî ku jin pê re rûbirû dimînin kir û got: “Di nava civakê de cureyekî cudakariya zayendîxw bi rêya qanûnan tê kirin û cureya din jî di nava civakê di bin navê kevneşopiyên civakê de tê rêvebirin. Cureyê tundiyê yê duyemîn ku di bin navê kevneşopiyên civakkê de tê kirin ê herî xeter e ku jin di nava civakê de pê re rûbirû dimînin. Di vê rewşê de hiqûq jî nikare pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku jin jî elek caran tevli vê helwesta kevneşopiya civakê dibin.  Qanûna ku ji bo hevberdanê bê sererastkirin di du waran de piştgiriya jinê dike. Di despêkê de hewldana jinan a hevberdanê  ji bo karkirin û wekheviya zayendî ye. Li gorî vê qanûnê pêwîste cihgirtina jinan di nava kar û xebatê de bi awayê wekhev bê kirin.”
 
Divê qanûn bê guhertin
 
Doktor Suzan Osman Qadir jî di semînerê de li ser îşkence û şîdeta jin li girtîgehan pê re rûbirû dimînin de axivî û ev tişt got:  “Pêwîste qanûnek derbarê girtîgehan de bi taybet ku peywendiya wê bi mafê jinê re heye bê çêkirin.  Ji ber qanûna bingehîn a  Îraqê de curên îşkenceyê diyar nekirine û ev ji dibe sedemek mezin ya şîdeta li jinan tê kirin. Pêwîste hemû rêxistinên peywendî dar kar bikin ji bo  guhertin û sererastkirina qanûna Îraqê ku dibe sedema tundiya li ser jinan di girtîgehan de û vê qanûnê biguherînin.”