Ji ber barîna berfê rêya 33 gundên Wanê hatin girtin

  • 15:34 9 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Di encama barîna zêde ya berfê rêya 33 gundên Wanê ji trafîqê re hatin girtin. 
 
Ji ber barîna zêde ya berfê ku ji duh êvar ve dest pê kiriye, li navçeya Miksê 5, li navçeya Elbak 2 û li Payîzavayê jî 26 bi giştî rêya 33 gundan hat girtin. Li navenda bajar jî welatiyên ku bi berfê şiyar bûn, di bikaranîna rê û peyarêyan de zehmetî kişandin.