Li girtîgehên Şakran û Kalkandereyê binpêkirinên mafan

  • 15:23 9 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T Şakranê ya Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê dimînin, bi rêya malbatên xwe ragihandin ku sewqê wan ên nexweşxaneyê nayên kirin û ji du rojan cerekê bi ser kogûşên wan de tê girtin û aktîvîteyên wan ên rojane tên astengkirin.
 
Endamê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Girtî û Hikumxwarên Egeyê (TUHAY-DER) Mazlûm Koç ku li Girtîgeha Tîpa T Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, bi rêya hevjîna xwe Sîdar Koç binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji raya giştî re ragihand. Sîdar, diyar kir ku duh bi hevjînê xwe re bi rêya telefonê hevdîtin pêk aniye û wiha got: "Li gel ku pirsgirêkên tenduristiyê yên hevjînê min hene û 2 caran daxwazname nivîsandiye jî wî nebirine nexweşxaneyê. Di hevdîtinê de ji min re got ku mafên wan tên binpêkirin û derketina wan a atolye, spor û bêhnvedanê ya rojane tê asntengkirin."
 
Sîdar, destnîşan kir ku tişta ku tê kirin binpêkirina mafan e û ev tişt got: "Em dixwazin girtî muameleya mirovî bibînin. Mafên wan ên qanûnî pêk bên. Ev mirov girtî ne û hûn wan digirin, divê hûn bi awayekî mirovî nêzî wan bibin. Sewqê wan ên nexweşxaneyê nayên kirin. Jixwe hûn cihê vala tên girtin, ma hûn çina heqaretê li wan dikin. Em li welatekî bê adelet dijîn."
 
Li aliyê din li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê jî ji du rojan carekê bi ser kogûşan de digirin û bi awayekî kêfî lêgerînan pêk tînin. Girtiyên ku bi rêya telefonê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn, ragihandin ku pekanîn didomin û aktîvîteyên wan ên rojane yên mîna spor û bêhnvedanê tên astengkirin.