Şêniyên navçeya Tirbespiyê alîkarî ji koçberan re bi rê kirin

  • 15:04 9 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên navçeya Tirbespiyê alîkarî ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî kom kirin û bi rê kirin.
 
Bi pêşengiya Meclîsa navçeya Tirbespiyê, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, ji bo şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî alîkarî kom kirin. Di nav alîkariyê de pêwistiyên zivistanê, cil, ber û xwarin hebûn. Têkîldarê mijarê Meclîsa navçeyê, îro li kargeha Înana daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebd EL Rehîm Hiso ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şêniyên Tirbespiyê bi hemû pêkhatiyên xwe alîkarî ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî kom kirine, her wiha hat teqez kirin ku ew ê heya dawiyê alîkariya koçberên ku ji ber êrîşên tirk koçber bûne bikin.
 
Daxuyanî  bi silavkirina berxwedana rûmetê bi dawî bû.