Li Wanê dema qedexweya çalakiyan carek din dirêj kirin

  • 13:33 9 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Li bajarê Wanê ku hezar û 114 rojin, hemû çalakî û bernameyên li derve ji aliyê Walîtiyê ve hatibûn qedexekirin, dema qedexeyê carke din ji aliyê Walîtiyê ve hat dirêjkirin. 
 
Li bajarê Wanê ji 21'ê Mijdara 2016’an heta niha Hezar û 114 roj in li derve hemû çalakî û daxuyaniyên saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk hatibûn qedexekirin. Ji bo biryara qedexekirina çalakiyên li kolanan bi dawî bibe, Baroya Wanê serî li Walîtiyê dabû. Dîsa gelek kesên din serî li Walîtiyê dabûn. Baroya Wanê heta niha 9 caran serî li Walîtiyê da û xwest qedexeya çalakiyan bê rakirin. Lê Walîtiyê serlêdana Baroya Wanê wekî "Yekperest û Sadîst dîtibû." Herî dawî Prz. Mahmut Kaçan jî serlêdana tekakesî kir û xwest qedexeya li ser çalakiyan bê rakirin. Lê Walîtiya Wanê heman bersîv da û got  "Ev nêzîkatiya Yekperest û sadîst e.". 
 
Walîtiya ku hemû serdanên ji bo rakirina qedexeya li ser çalakiyan red kir careke din ji bo 15 rojan dema qedexeyê dirêj kir.