Aylin a ku kamyona hafrıyatê lê da piyê wê hat jêkirin

  • 11:44 9 Kanûn 2019
  • Rojane
MUGLA - Kamyona hafriyatê li zaroka bi navê Aylîn Dagdevîren dema ku ji rê derbas dibû da. Aylîn a ku giran birîdar bû piyekî wê hat jêkirin. 
 
Kamyona hafriyatê li zaroka bi navê Aylîn Dagdevîren a 9 salî  dema ku ji rê derbas dibû da.  Piştî kamyonê lê Aylînê dan têmên tendirustî û polîsan gazî cihê bûyerê hatin kirin û aylîna ku mudaxele li cihê bûyerê lê hat kirin rakirin Nexweşxaneyê Zanîngeha Sitki Koçman a Perwerde û Lêkolînê ya Muglayê. 
 
Aylîn a ku li nexweşxaneyê hat ameliyatkirin piyekî wê hat jêkirin. 
 
Piştî bûyerê ajovanê kamyonê Abdullah Karataş hat binçavkirin.