'Divê rê li ber êrîşan bê girtin'

  • 09:03 9 Kanûn 2019
  • Rojane
Delal Cemîl
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Meclîsa PYD'ê Erîfa Bekir di derbarê komkujiya ku li Til Rifatê pêk hatî axivî û got: "Îro careke din komkujiya Helebçe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dubare kir."
 
Di 2'yê kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir di encamê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Têkildarî mijdarê Endama Rêveberiya Meclîsa Partiya Yekitîya Demokratîk (PYD) Erîfa Bekîr axivî.
 
'Dewleta tirk hîna jî êrîşî gelê Efrînê dike'
 
Erîfa bal kişand ser komkujiya Til Rifetê û wiha pê de çû: "Her roj rûyê dewleta tirk a qirêj derdikeve holê. Şêniyên Efrînê yên ku qebûl nekirin di bin sîwana dagirkeriya dewleta tirk de bijîn, neçar man koçber bûn û berê xwe dan Şehbayê, ji bo ku bi ewle bijîn. Dewleta tirk hîna jî êrîşên xwe li ser gelê Efrînê ranewestandiye. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diyar dibe ku dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan ji nû ve nûjen bike. Erdogan bi van êrîşan dixwaze li Rojhila Navîn, pêş bikeve, bibe desthilatdar. Armanca Erdogan a sereke jî ew e ku gelê aşîtîxwaz tune bike û bi taybet jî dixwaze Gelê Kurd, tune bike." 
 
'Li dijî komkujiyan divê cîhan bêdeng nemîne'
 
Erîfayê destnîşan kir ku komkujiya ku dewleta tirk li ser gelê Efrînê pêk tînê, komkujiya Helebçeyê tîne bîra mirovan û wiha domand: "Komkujiya ku dewleta tirk li ser şêniyên Efrînê pêk anî komkujiya Helebçeyê tîne hişê mirovan. Îro careke din komkujiya Helebçeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dubare kir. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze aramî û wekheviya di navbera pêkhateyan de bi dawî bike. Ji ber vê jî yek ser sivîlan dike armanc û komkujiyan pêk tîne. Li Til Rifetê komkujî pêk hat, lê bêdengiya dewletên navnetewî dewam dike. Li dijî komkujiyan divê cîhan bêdeng nemîne."
 
'Divê rê li ber êrîşan bê girtin'
 
Erîfayê herî dawî komkujiya Til Rifetê şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê komkujiya ku li ser zarokên Efrînê, li Til Rifetê pêk hatî şermezar dikin û bang li ew kesên ku navê mafê mirovan li xwe kirine dikin da ku bi erka xwe ya mirovî rabin û rê li ber van êrîş û komkujiyan bigirin. Divê rê li ber êrîşan bê girtin."