ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 9 Kanûn 2019
  • Rojev
* Li navçeya Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan hat jiyîn 4 salan li pey xwe hîşt, di mêjiyê gel de gotinên "Me serî netewand" ma. Beriya 4 salan tiştên ku hatin jiyîn wek berê hîn nû û zindî ye.  
 
*Endama Rêveberiya Meclîsa PYD'ê Erîfa Bekir di derbarê komkujiya ku li Til Rifatê pêk hatî axivî û got: "Îro careke din komkujiya Helebçe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dubare kir." DÎMEN HEYE
 
*Li Wanê tiştê herî bi nav û deng yek jê taştêya wê ye lê mixabin taştêya Wanê jî ji aloziya aborî para xwe girt. Ji ber bihakirina berhemên taştê di cureyên taştêya Wanê de kêmbûyin çêbû. Jinên ku di dîwanên taştêyan de dixebitin nêrazîbûn nîşanî bihabûnê dan û gotin ku çareserî ne bihakirin e. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku li her derê li dijî nirx û destkeftiyên Kurdan êrîş pêk tên û got: “Em ê bi gelê xwe re xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Bi rexne û pêşniyarên xwe, piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî ya ku îro pêngava wê ya ewil hatiye avêtin.” DÎMEN HEYE 
 
*Li Mêrdînê mêrê bi navê N.T zarokek îstîsmar kiribû. Piştî ku malbatê gilî kir, îdianame hat amadekirin û ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Gumanbar N.T jî parastineke ku hişê mirovan disekine kir û got ‘Wê jî deng nekir’.
 
* Meral Daniş Beştaş ya HDP’î diyar kir ku li Tirkiyeyê ewlehiya hiqûqî ya tu kesî tune û got: “Di zemîneke ku faşîzm mayîn de bûye de, daraz ne bêalî û serbixwe ye. Niha hemû kesên muxalefetê desthilatdariyê dikin, ji desthilatdariyê re gotinê dibêjin, desthilatdariyê rexne dikin û li dijî polîtîkayên şer derdikevin, di hedefa darazê de ne.” DÎMEN HEYE 
 
*Tecrûbeyeke 20 salan a Şanoya Bajêr a Amedê heye û 3 sale jî xebatên xwe wekî 'Şanoya Taybet' didin meşandin. Lîstîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfin Emektar diyar kir ku niha ji bo gel ciheke alternatif avadikin got: "Em cihê xwe ya nû bi piştevaniya temaşevanên xwe û bi kampanyayên rengîn avabikin." DÎMEN HEYE