Şano li ser tundiya dijî jinê hate pêşkêşkirin
- 19:27 8 Kanûn 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi pêşengtiya Rêxistina Sara û Tevgera Kevana Zêrîn şano li ser tundiya li ser jinan hate pêşkêş kirin.
Di çarçoveya hemleya 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya jinê, bi pêşengtiya Rêxistina Sara û Tevgera Kevana Zêrîn a bajarê Hesekê şano li ser tundiya li dijî jinê ji aliyê koma Kevana Zêrîn ve hat pêşkêşkirin.Endam û rêveberiyên Kongreya Star a Kantona Hesekê û bi dehan jinên bajarê Hesekê amade bûn.
Şano li ser cûreyên şidetê ku li ser jinê tê meşandin, bi teybet di nava malbat û civakê de, her wiha peyama şanoyê bilindkirina asta têkoşîna li beramberî cûreyên şidetên ku li dijî jinan tê meşandin hat pêşkêşkirin.
Şano bi dirûşmeya "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.