'Hevalên me qetil kirin û xeyalên me winda kirin'

  • 15:47 8 Kanûn 2019
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Mamoste û xwendekarên Til Rifetê li Kantona Şehbayê serdana dibistan û refên zarokên şehîdên ku di komkujiya Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dan kirin, zarok hatin bibîrxistin û çîçek li ser maseyên xwendina wan danîn.
 
Xwendekar û mamosteyên li Til Rifetê, zarokên ku  di encama topebarana dewleta tirk de  jiyana xwe ji dest dane bi xemgîniyek mezin  bi bîr xistin. Xwendekara  dibistana ku zarok lê dixwendin û fêrdibûn serdan kirin û çîçek li ser maseyên wan danîn. Têkildarî mijarê mamosteyên ku serdan kirin, li ser  komkujiya derheqê van zarokan de nêrîna xwe anîn ziman.   
Mamosteya refa seratayî  Lîman Reşîd wiha dest bi axaftinên xwe kir: "Gelê Kurd rastî gelek komkujiyan hatiye. Dewleta tirk bi awayekî eşkere êrîşî zarokan dike û  dibistana hildiweşîne da ku rêya hînbûna azadiyê li ser mêjiyê wan qut bike û her di jiyanê de bi tirs bijîn."
 
'Êrîşên dewleta tirk asta terora wan eşkere dike'
 
Lîman wiha domand: "Di refê min de du xwendekarên min hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû. Ev zarokên ku dixwestin tevî jiyana koçberiyê  bi  pêşerojeke azad re mezin bibin, xeyalên wan bi dawî kirin û kenê wan yê xweş ji cîhanê qut kirin. Êrîşên dewleta tirk li ser zarokan asta terora wan diyar dike, bê çiqas ji kenê zarokên me ditirsin.  Rêxistinên mafê mirovan tu helwestên cidî nîşan nedan û tenê ji xwe re li herikîna xwîna mirovan mêze dikin." 
 
'Terora Erdogan destê min ji hevalê min qut kir'
 
Xwendekarê bi navê Edhem Mihemed yê ku derbasî refên hevalên xwe yên şehîd bû , bi rûndikên xwe yên gerim, hevalên xwe bibîrxist û wiha got: "Hevalê min Mihemed  di refa min de bû. Ji destpêka vekirina dibistanê de em li kêleka hev rûdinin û bi hev re dikeniyan. Îro hevalê min ne li vir e , lê rihê wî di dilê min de her zindiye. Terora Erdogan destê min û hevalên ji hev qut kir, lê ew nikare rihê me ji hev qut bike."  
 
'Em ê tola hevalên xwe hilînin'
 
Xwendekarê refê şeşan Ebd-El Rehmen Mihemed yê  ku hevalê xwe di encamê topebaranê de  winda kir, hestên xwe anî ziman û got: "Di encamê êrîşên dewleta tirk, me gelek hevalên xwe winda kirin, ji wan jî hevalê min Semîr Hiso bû.  Lê tu komkujî û êrîş wê  me ji dibistan û jiyanê qut  nekin. Em ê tola wan hildin."
 
'Dewleta tirk xeyalên me winda kirin û hevalên me qetil kirin'
 
Elmez Memo xwendekarê ji gundê Diroqliyo ya girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ku niha li Til Rifatê dijî, têkildarî komkujiya ku pêk hatiye û çalakiya serdana refê hevalên xwe  wiha dibêjê:  "Di wê êrîşê de me hevalên xwe winda kirin, her xewin û xeyalên me vegera Efrînê bû, da ku em li wir xwendinê xwe bidomînin.  Bi topbarana dewleta tirk re xeyalên me winda bûn û hevalên me hatin qetil kirin. Li hember êrîşan em ê serî hildin."
 
'Daxwaza me  Efrîn e, ne mirin e'
 
Zaroka bi navê Hêlan Dideko wiha behsa komkujiyê kir û got: "Erdogan êrîşî hevalên me kir û destê me ji hev qut kir.Hevalên me qetil kirin û xeyalên me winda kirin. Em na xwazin ku hevalên xwe winda bikin, daxwaza me vegera Efrînê ye."