Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo Hevrîn Xelef li Kobanê semînerek li dar xist

  • 15:30 8 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Partiya Sûriya Pêşerojê li Kobanê li ser jiyana Hevrîn Xelef û tundiya li ser jinan tê meşandin semînerek li dar xist.
 
Di rêzeçalakiyên Rêxistina Kongra Star de îro Partiya Sûriya Pêşerojê li ser jiyana  Hevrîn Xelef û tundiya li ser jinan tê meşandin li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê semînerek li dar xist.
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê endamên ofîsa jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatma Şeban û Zehra Lûez ve hat birêvebirin. Di semînerê de li ser xalên weke dîroka roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a navneteweyî, tundî çi ye û bi çi rêbazî tê meşandin, hat rawestandin.
 
Piştî semînerê têkîldarê jiyana Hevrîn Xelef sinevîzyon hat pêşkêşkirin.
 
Semîner bi dirûşma 'Şehîd Hevrîn namire' bi dawî bû.