Li Silêmanî panel hat lidarxistin

  • 15:26 8 Kanûn 2019
  • Rojane
Have Elma
 
SILÊMANÎ - Ji aliyê Navenda wekheviya Zayedî, Zanîngeha Silêmanî, Yekitiya Jinên Kurdistanê ve panelek bi dirûşma 'Pêşketina jinê pêşketina aştiyê û wekheviyê ye' panelek li Zanîngeha Silêmanî hat lidarxstin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya 25'ê mijdarê de ji aliyê Navenda wekheviya Zayedî, Zanîngeha Silêmanî, Yekitiya Jinên Kurdistanê ve panelek bi dirûşma 'Pêşketina jinê pêşketina aştiyê û wekheviyê ye' panelek li Zanîngeha Silêmanî hat lidarxistin. Parêzer Telar Latîf, Leyla Ebdula, Nivîskara Kovara Tewar Kinêr Ebdulah beşdar bûn. Di vê panelê de behsa rewşa tundî û tujî û cudahiya zayendî û rêyên çareseriyê hate kirin.
 
Parêzer Telar Letîf behsa zagon û desturên li Îraqê kir û got:" Ev destûran ne li gor berjewendiyên jinan e. Ev rewşa destûra Îraqê nabe li gora  islamê be. Ev çar sale di parlemenê de me jinên yekitî hewil dan ku vê destûrê biguhere. Ji bo berjewendiya hemû civakê divê bê guhertin." 
 
Leyla Ebdulah Mehemed Rêvebera saziya jinan yek ji endam parlemena di derbarê Şelterê de got: “Piştî parastina jiyan jinan, armanca me ewe ku mafê wan bide nîşankirin û bê deng nemînin ji bo binpêkirina mafê wan. Niha pêwîst e di demê were de jin tekoşîn bikin da ku tundî û tujiyê qebûl nekin."
 
Nivîskarê Kovara Tewar Kinêr Ebdulah panelîstek din ya panele di despêkê de bi du pirsên cuda dest bi panelê  kir û got: “Aqlê baviksalarî  sedemê yekê yê tudî û tujiyê ye. Pêwîst e li hemû deran aqlê baviksalarî were  guhertin. Da ku jin rastî tundiyê neyên divê bibin yek.”