Li Rojava komkujiya Til Rifetê hat şermezarkirin

  • 15:00 8 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ/QAMIŞLO/ŞEHBA - Li seranserî Rojava komkujiya Til Rifetê bi meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin. 
 
Di 2'yê mijdarê de dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir di encamê de 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndar bûn. Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta tirk li bajarê Hesekê bi pêşengtiya Gazî û Malbatên şehîdan meşek girseyî hat lidarxistin. Li Şehbayê jî gazî û Meclîsa Malbatên şehîdan daxuyanî dan û Dêrîkê jî bi pêşengtiya Hêzên Parastana Civakî meşek lidarxistin.
 
Li Hesekê Gazî û malbatên şehîdan, komkujiya Til Rifetê bi meşek girseyî şermezar kirin
 
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Til Rifetê gazî û malbatên Şehîdan meşek li dar xistin.
 
Di 2’ê kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî bajarê Til Rifetê kir, di encamê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.  Gazî û malbatên şehîdan ê kantona Hesekê bi dirûşmeya "Xwîna zarokên Til Rifetê dê faşîzma tirkiyê têk bibe", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana rûmetê" daketin qadan û bi meşekê girseyî komkujiya li ser Til Rifetê şermezar kirin.
 
Meş li ber navenda tenduristî a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir û li ber navenda Meclisa Bajarê Hesekê ya Til Hecer veguherî mitîngê. Di meşê de alên YPJ/YPG’ê , QSD’ê, wêneyên şehîdên komkojiya Til Rifetê û bi pankartên bi nivîsa "Bi Yekîtiya gelên azadîxwaz em ê berxwedanê bilind bikin" hatibû hilgirtin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin  ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî bi zimanê kurdî, erebî û suryanî ji aliyê Rêvberiya Mala Birîndaran a Kantona Hesekê Nûjiyan Hesekê, Hevserokê Malbatê Şehîdan ê Suryanan Ramî Îsa û bi navê Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Sîlvana Elî ve hatin xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê komkujî bi serê Gelê Kurd, ereb û aşûr kir. Li hember van êrîşan asta bilindkirina berxwedan û yekîtiya gelan pêwist e. Dagirkeriya axa me sûc e, rojane li ser axa me komkojî têne kirin, pêwist e saziyên hiqûqnas û mafên mirovan bi erkê xwe rabin û pêşiya komkujiyan bigirin , li beramberî komkujiyan bêdeng nemînin.
 
'Têkoşina me têkoşîna rûmet û berxwedanê ye'
 
Em komkujiya ku li Şehba, Til Rifetê pêkhatiye şermezar dikin û sersaxî ji malbatên şehîdan dixwazin, em ê tola vî gelî û zarokan li erdê nehêlin. Em dixwazin bal bikşînin li ser komkujiyên ku li zarokên koçber yên Til Rifetê, zarokên bê sûc û sebeb ku li kolanan dileyîstin hatiye kirin. Ji bo ku xeyalên zarokên me têk bibin dewketa tirk û çeteyên wî li hemberî leyistokên zarokên me bêtehmûlî nîşan da û 8 zarok , du bavê bi temen qetil kirin, gelek kes jî di nav de birîndar kirin. Komkujiya ku li ser gelê me yê koçber a Şehba  yê de hatiye kirin em şermezar dikin . Têkoşîna me têkoşîna rûmet û berxwedanêye, têkoşînek rihê azadiya gelan e. Em ê rihê rûmetê û berxwedanê bi yekîtiya gelan bilind bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rûmetê"  bi dawî bû.
 
Li Şehbayê Malbetên Şehîdan û gaziyên şer êrîş û komkujî şermezarkirin
 
Meclîsa Malbetên Şehîdan a Efrînê û  Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya Til Rifetê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiya ku dewleta tirk li ser Til Rifetê pêkanî li kampa berxwedanê ya Şehbayê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Gaziyên şer, Meclîs û Komînên kampa Berxwedanê amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên şehîdên Til Rifet û birîndaran û pankartên bi nivîsa "Bi yekitiya gelan em ê xeta berxwedanê bilind bikin" hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Emîne Bekir ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Bi dirûşmeya Yekîtiya gelan piştgiriya Berxwedana Serdemê û Rûmetê bikin û xeta berxwedaniya bilind bikin, dagirkeriya tirk a faşist û çeteyên wê li ser xaka Suriyê bi dawî bikin. Êrîşên li ser Efrînê bi destê dewleta tirk a faşist û bi komên çeteyên ku pê ve girêdayî bû. Piştî herêma Efrînê hat dagirkirin rojane talan, qirkirin, destdirêjî, dizîn ku tên kirin, îro jî dîroka xwe ya qirêj li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Dewleta tirk a faşist ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên xwe ser bajarên dîrokî wek; Serêkaniyê, Girê Sipî anî û hovîtiya xwe dide meşandin, bû sedema deh hezaran ji gelê sivîl koçber bibe û li pêşiya çavê diniyayê giştî bi teknîka herî pêşketî çekên qedexekirî yê kîmyawî li ser gel û zarokên me bi kar anî. 
 
Dema ev êrîşên hovane dihatin meşandin bê dengiya NY'ê, hêzên koalisyona Navdewletî bi piştgiriya Emerîka û Rusya jî cihê şermezarkirinê ye. Komkujiya li Til Rifetê hatiye çêkirin em şermezar dikin, zarokên ku bê suc û guneh li kolanan bi leyistokan dilîstin ji bo xeyalên zarokên me têk bibin dewleta tirk û çeteyên wî li beramberî lîstokên zarokên me bê tehmûl nêzîkatî nîşan dan, 8 zarok 2 bav qetilkirin û bi dehan ji zarokên me birîndar kirin.
 
Em weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclîsa Malbetên Şehîdan sersaxî ji malbetên şehîdên komkujiya Til Rifetê re dixwazin, bangwaziya me ji NY'ê sazî û rêxistinên mirovî piştgirî bidin gelê Efrînê, Bakur û Rojhialtê Sûriyê û dewleta tirk a dagirker li ser axa Sûriyê were derxistin, bi awayekî azad û bi nasnameya xwe gel bijîn.
Tekoşîna me tekoşîna rûmetê û berxwedana ye, tekoşîneke rihê azadiya gelane, em ê rihê rûmetê û berxwedanê bi yekîtiya gelan bilind bikin. 
 
Daxuyanî bi diruşmeya”Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Til Rifet”,”Bijî berxwedana Rûmetê” bi dawî bû. 
 
Li Dêrîkê êrîşên dewleta tirk li ser Til Rifetê hat şermezarkirin
 
Bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî komkujiya Til Rifetê bi dirûşmeya "Na ji dagirkirina Erdoganê faşîst li ser xaka Bakurê Sûriyê" bi meşekê hat şermezarkirin. 
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê, navçeya Girkê legê ya girêdayî Dêrîkê ya Kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi meşekê girseyî li dar xistin. Di meşê de bi sedan şêniyên Dêrîkê sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Di meşê de alên HPC' Û HPC-Jin hatibûn hildan. Meş ji qada Şehîd Xebat despêkir û li qada Azadî veguherî mîtîngê. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Parastina Jin ya bajarê Dêrîkê Hediye Ebdullah axivî komkujiya Til Rifetê şermezar kir û wiha got: "Em bi tundî komkujiya Til Rifetê şermezar dikin. Ev ne komkujiya yekeme ku dewleta tirk di derheqê Gelê Kurd de pêk tînê û bi sedan zarok û jinana qetîl dike. Em ê heyanî dawî piştgiriya gelê xwe bikin."
 
Mîtîng bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.