DBP'ê bi rêveberiya xwe ya nû civîna yekem li dar xist
- 12:32 8 Kanûn 2019
- Rojane
AMED - Piştî ku rêveberiya nû ya DBP'ê hat diyarkirin şûnde civîna yekem a meclîsa partiyê hat kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 30'ê mijdarê de li Enqereyê kongreya xwe pêk anî û piştî kongreyê rêveberiya nû hat diyarkirin. Li Avahiya Rezan yekem civîna DBP'ê hat kirin. Hevserokên nû yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir beşdarî civînê bûn. Civîn bi rojeva plansazî û rêxistinbûyinê hat lidarxistin.