Rojnameger Kîbirye Evren: Xetek berxwedanê ya Girtîgeha Amedê heye

  • 09:10 8 Kanûn 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş-Gulîstan Azak
 
STENBOL - Rojnameger Kîbriye Evren ku li Amedê girtîbû 13 meh şûnde hat tehliyekirin. Kîbriyeyê der barê tiştên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jiyaye, grevên birçîbûnê, berxwedana jinê û tiştên ku rojnamegeran jiyaye anî ziman. Kîbriyeyê da zanîn ku ji dîroka zindana Amedê xeteke berxwedanê ya tê heye û got: “Desthilatdarî vê fêm nake, jin her tim serhildêr e, her tim têkoşer e.”
 
Rojnameger Kîbriye Evren di 9’ê cotmeha 2018’an de hat binçavkirin û girtin û piştî 13 mehan şûnde hat berdan. Kîbriyeyê 13 mehên li girtîgehê derbas kir ji ajansa me re nirxand.
 
* Hûn ji ber faliyetên rojnamegeriyê hatin girtin. 13 meh şûnde hatin berdan. We di vê pevajoyê de çi jiya?
 
Girtîgeh ne cihên ku mirov lê bijîne. Armanca dewletê ya çêkirina girtîgehan ew e ku mirovan rehabîlîte bike, biçewisîne û destilatdariya xwe li ser bi bandor bike. Pergalê xwe wisa daye avakirin. Li girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa F, mirov zêdetir polîtîkayên desthilatdariyê hîs dikin. Mînak di hewşê de du kamera hene 3 pace hene. Gardiyan ji wan paceyan li hewşê dinêre. Dîsa li mutbex û hemê cihên em hewcedariyên xwe dibînin kamera hene. Tenê li cihê em radizên tune ye. Şert û merc wisa hatine avakirin ku 24 saetan mirov tên şopandin.Armanca vê jî ev e ku kes di alî derûnî û civaknasiyê de binirxînin.
 
*Hûn li girtîgeha Tîpa T ya Amedê man. Wek jinekê pirsgirêkên cuda we jiyan hebûn?
 
Girtîgeha jinan a girtî ye lê her tim gardiyan, teknîsyen û xebatkarên mêr hene. Yanî wek hûn dizanin 24 saetan qada jiyanê tê şopandin. Tiştekî taybet namîne. Ev mudaxaleya jiyana taybet e. Havînê em hemû dizanin ku Amed çiqas germ e. Mirov di nav çar dîwaran de vê zêdetir hîs dike. Di hewadankê de şansa me ya ku em tiştekî tenik li xwe bikin tune ye. Ji ber ku em her tim bi kamerayan tên şopandin.
Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Ligel me Semîre Dîrekçî hebû. 22 sal bû di girtîgehê de bû. 86 rojan di grevê de ma. Ji ber vê pirsgirêka roviyan jiya. 3 mehan di nexweşxaneyê de raza û piştre hat emelyatkirin. Me li girtîgehê 3 meh û nîvan bi awayekî ku rovî ji derve, li Semîreyê mêze kir. Em 12 kes bûn me di wê hawirê de li Semîreyê mêze kir. Hawira em lê diman ne hîjyen bû. Bi rîska ku bi enfeksyonê bikeve pir zêde bû. Girtîgehê tu hewcedarî pêk nedianî. Ji bo zarokan jî ne hawirek bi hîjyen bû. Kurê hevala me Semra Akgul, Onder jî ligel me bû. Pêlîstok nedidan zarok. Xwarinên sereke yên wek şîr, mast, fêkî û êmîş nedidan zarok. Hewş biçûk bû. Zarok nikaribû bilîze. Tiştên kantînê gelek biha bûn. Bi zanebûn tişt biha difotin.
 
Dema kesek bê girtin di têketina girtîgehê de bi taybet lêgerîna tazî tê ferzkirin. Lêgerînên xwe dihêjin tacîzê tên kirin. Xwarinên tên gelek ne xweş in. Hevalên me ji ber van xwarinan nexweş diketin. Gelek bi rûn bûn, salçe, xwê û biharat bûn. Bi xurekên nebaş xwarin çêdikirin. Ya herî girîng jî ne paqij bûn. Carna tiştên ku me jê fêm nedikir, di xwarinan de derdiket. Nameyên dihatin şandin jî ger nêrînek siyasî tê de hebûna, ew beş jê dibirin û piştre didan.
 
*We li wir bi jinan re roportaj kir. Jinan pêvajo û binpêkirinên mafan yên dijiyan çawa dinirxandin?
 
Jinan di raportajên xwe de bi taybet wiha digotin: ‘Armanca tecrîda li ser Îmraliyê di serî de li ser jinan û li ser gelê Kurd pêk tê.’ Vê li girtîgehê baş dibînin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan dike. Tecrîd ne tenê li ser girtî ye. Ev tecrîd di heman demê de li ser malbatên girtiyan e jî. Malbat her tim bi fikar in. Girtî dixwazin bi malbatê re biaxivin lê tecrîd pêk tê. Dixwazî nameyê bigirî an jî bişînî lê ceza hatiye dayîn. Tu dixwazî biçî werzîşê lê ceza heye. Di bin navê ceza de tecrîd heye. Jinên li girtîgehê dijîn jî di vê hişmendiyê de ne.
Pêkanîna cezakirina kêfî jî wisa ye: Stranên Kurdî, gerandina govendê, îtîrazkirina lêgerîna gardiyanan a digihêje tacîzê, daxwazkirina maf dibe sedema cezakirinê. Dîsa di bin navê lêgerînê de hemû alavên me tên serobinokirin.
 
*Li gorî we sedema van zextên zêde çi ye?
 
Ev pêkanîn bi rastî polîtîkaya dewletê ye. Hemû kesên li wir li dijî dewletê muxalîf in. Ji ber wek dewletê nafikirin, hewl tê dayîn ku li girtîgehan wan biçewisînin, bê nasname bihêlin û rehabilîte bikin. Dikin bin tecrîdê û hewcedariyên herî mirovahî sînor dikin, pirsgirêkên tenduristiyê çareser nakin û hewl didin biçewisînin. Piştî ji girtîgehê derketim min pir baş fêm kir ku girtîgeh di esasê de prototîpa herî biçûk a civakê ye. Jina 90 salî jî, pitika yek mehî jî li wir e. AKP dixwaze bi tirsê teşeyê mirovan a li gorî xwe ava bike.
 
*Jin li dijî van polîtîkayan jiyanek çawa ava dikin?
 
Di vê nokteyê de dewlet xwe dixapîne. AKP hewl dide mirovan rahabîlîte bike. Hewl dide hebûna xwe li ser mirovan wisa ava bike. Lê vê fêm nake; jin serhidêr in, bê tirs e. Ji bo tişta pê bawer dike, têkoşînê dide. Girtîgehek ji aliyê jinan ve ancax ewqas dikare bê xweşikirin. Jin di şert û mercên herî zehmet de jî gelek afrîner in, bi kedek komînal rih û germahiyek mezin didin paceyên tarî û hesinên sar.
 
Tevî hemû zext, tehîd û şert û mercên zehmet, balkêş e ku her kes gelek bi moral e. Sedema vê jî ev e ku mirov dizanin ji bo çi li wir in. Her mirovên tên wir polîtîk in. Kesên ku nasnameya xwe dizanine. Rojanemger, parêzer, siyasetmedar, wênesaz, nivîskar, jinên kedkarên malê li wir in. Hemû jî gelek bi moral in. Dewlet li vir tenê xwe dixapîne. Dewlet li dijî şîdeta dewleta mêr têkoşîna xwe didomîne. Ya ku me li ser piyan digire jî ev e.
 
Ez carna dibêjim, ger mirov ne polîtîk bin, têkoşîna jiyanê nedin, têkoşîna nasnameyê nedin, mirov nikarin di şertên zehmet de bijîn. Lê girtîgeh di vê nokteyê de, qadeke ku mirov li nasname, hebûna xwe hay dibe ye. 
 
*Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di nokteya grevên birçîbûnê de di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Hûn jî di vê pêvajoyê de bûn dengê berxwedanek mezin. Em dixwazin moralê jinên Tîpa E ji we guhdar bikin.
 
Pêvajoyeke ku Leyla Guven dabû destpêkirin û gihiştibû 200 rojî. Ez dikarim bêjim ku rihê li wir rihekî pir cuda bû. Atmosfer ali Tîpa E gelek cuda bû. Hestekî manewî û aydiyetê ya ku Tîpa E li ser mirovan ava kiribû hebû. Ew der ji xwe keleha berxwedanê bû. Ji wir Mazlum, Kemal, Sara derbas bûbûn. Cihekî ku nasnameya Kurd lê ava bûbû. Ji ber vê Tîpa E rih û berxwedanek cuda afirand. Dema me dest bi grevê jî kir me wisa pê kir. Dibêjin ya rih û nasnameya cihan heye. Li girtîgeha Tîpa E jî têkoşîneke ku wisa hatibûn honandin hebû. 
 
Zimanê wê cihî hebû bi we re diaxî. Me deng, rêxistin û qêrînên wê guhdar dikir. Dengên pir rihanî bûn. Wan dengan rê da ber me. Em bi vî rihî ketin grevê. Her çi dibû bila bibe xeta berxwedanê xwe nîşan dida. Dema em ketin grevê, parêzerên Birêz Ocalan 8 sal bûn nikaribûn hevdîtinê bikin. Malbat bi salan bû nikaribûn biçin hevdîtinê. Tenê Birêz Ocalan dikaribû vê rêya xitimî vebike. Me jî ev dizanibû. Bawer im yekem car greveke wisa mezin a birçîbûnê li cîhanê hat kirin. 6 mehan berdewam kir. Ji bo me girîng bû. Divê em bi ser biketana. Xeteke berxwedanê ya tîpa E li gelê Kurd û jinên Kurd ferz kiribû hebû. Em neçarbûn vê bînin cih. Me bi van hestan dest pê kir. 
 
*Tecrîd hîna didome. Hûn berdewamkirina tecrîdê çawa dinirxînin?
 
Dewlet divê demildest tecrîdê rake û derbasî muzakereya demokratîk bibe. AKP niha ji bo hebûna xwe bidomîne her tiştî dike. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî yên aborî hene. Pirsgirêkên cidî yên jinan hene. Di dema AKP’ê de 15 hezar jin hatine qetikirin. Her roj zarok tên îstîsmarkirin. Ji bo beka xwe biryarên şer digire û zarokan qetil dike. Komkujiya Til Rifat komkujiy dawî ye.Sedema van hemûyan, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Dewlet naxwaze çareser bike. Birêz Ocalan di hevdîtina ku pêk anîbû de gotibû ‘Derfet bidin ez hefteyekê de pirsgirêka Kurd çareser dikim’. Lê piştî vê hema tecrîd hat. Tecrîd xeta me ya sor e. Divê AKP êdî dest ji van polîtîkayan berde. Li Rojava şoreşek mezin pêk tê. Destkeftiyên mezin hene. Tenê em grevên birçîbûnê bigirin dest, gel ji bo Birêz Ocalan bedena xwe da ber mirinê. 8 kesî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. 
 
*Piştî hûn hatin tehliyekirin şûnde 4 rojnameger hatin girtin û yek hat binçavkirin. Hûn girtina rojnamegeran çawa dinirxînin?
 
Melîke, Ruken, Sadiye û Sadik hevpîşeyên min in. Ez wan nas dikim. Ez li dijî girtina wan matmayî mam. Xemgîn bûm. Bi rastî Tirkiye êdî bûye goristana rojnamegeran. Sedema zextên li ser rojnamegeran jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Dixwazin dengê rojnamegeran bibirin. Li welatekî ger rojnameger bên bêdengkirin ev tê wateya bêdengkirina civakê. Ji ber vê jî dixwazin civakê bêdeng bikin. Dixwazin rastiyan ji civakê veşêrin. Armanca girtina hevalên min jî bi giştî ev e. Berê bi bombebarankirinan dixwestin biçewisînin niha bi girtinê dixwazin biçewisînin. Hêviya min ev e ku hevalên min, hevpîşeyên min demildest bên berdan.