ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 8 Kanûn 2019
  • Rojev
**Rojnameger Kîbriye Evren ku li Amedê girtîbû 13 meh şûnde hat tehliyekirin. Kîbriyeyê der barê tiştên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jiyaye, grevên birçîbûnê, berxwedana jinê û tiştên ku rojnamegeran jiyaye anî ziman. Kîbriyeyê da zanîn ku ji dîroka zindana Amedê xeteke berxwedanê ya tê heye û got: “Desthilatdarî vê fêm nake, jin her tim serhildêr e, her tim têkoşer e.”DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna pirtûka xwe ya 3’yemîn a helbestê ya bi navê 'Tiliya Qereqûçkê' çap kir. Rozayê diyar kir ku zimanê kurdî rastî êrişên mezin tê û wiha got:"Min li hember êrişên li dijî ziman û wêjeya kurdî, bi nivîsandina bi kurdî bertek nîşan da. Ji bo hefsarê hespê hebûnê ji destên me nefilite divê em li ziman û wêjeya kurdî xwedî derkevin. Bi pênûsek xurt em dikarin xwe ji pişaftinê rizgar bikin. "DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk li dibistanên Til Temirê bi cih bûne zehmetî û daxwazên xwe tînin ziman. Jinan gotin:"Li pêş çavên cîhanê dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê êrîşî me kirin. Me ji ser axa me da koçberkirin. Em niha li dibistanan bi cih bûne. Tevî hemû zehmetiyan em hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Hamdiye Abî ku bi çêkirina nivînan û berhemên destan, debara xwe dike, li dijî krîza aborî jî li berxwe dide. Hamîdeyê destnîşan kir ku divê her jinek karê xwe bike û got: “Dema min ji hevjînê xwe pere dixwest, bi ser min de diqêriya. Divê her jinek qezenca xwe bidest bixe.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Komeleya Zarok li Her Derê ne, Bahar Polat, diyar kir ku gelek pirsgirêk di rewşa ku zarok nagihêjin mafê xwe de dertên holê û got: “Em naxwazin zarokan ji kolanê bikşînin û hepsê qadên girtî bikim. Xeyalên me yên mezin ku nakeve nav çar dîwaran hene.”
DÎMEN HEYE