Hatice Taş: Em ê li dijî zextan serî netewînin

  • 16:47 7 Kanûn 2019
  • Rojane
ELIH - Piştî lêgerîna Şaredariya Awîskê bi dawî bû şûnde Hevseroka Şaredariya Awiskê Hatice Taş di na dorpêça jendermeyê de daxuyanî da. Haticeyê diyar kir ku ew li dijî îktidara zorker serî natewînin. 
 
Hevserokên Şaredariya Awîskê yên Êlihê Hatice Taş û Osman Karabulut ji peywirên xwe hatin dûrxistin û dewsa wan qeyûm hat tayinkirin. Piştî lêgerîna jendermeyê ya şaredariyê gelek ewraq xistin çenteyan û birin. Piştî lêgerîna Şaredariya Awîskê bi dawî bû şûnde Hevseroka Şaredariya Awiskê Hatice Taş di na dorpêça jendermeyê de daxuyanî da. Haticeyê diyar kir ku ew li dijî îktidara zorker serî natewînin. 
 
Hatice wiha got."Em careke din li dijî vê îktidara zorker dibêjin na. Em li dijî vê îktdarê serî natewînin. Em ê dîsa bi ser bikevin."
 
Piştî daxuyaniyê girseya tayinkirina qeyûman şermezar kir derbasî Êlihê bû