Ji HDP'yan serdana esnafan

  • 16:32 7 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Piştî ku Hevserokê Şaredariya Elbakê Erhan Acar hat binçavkirin şûnde qeymeqamê navçeyê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Piştî tayinkirina qeyûman HDP'yî çûn navçeyê û çûn serdana esnafan. 
 
Piştî ku Hevserokê Şaredariya Elbakê Erhan Acar hat binçavkirin şûnde qeymeqamê navçeyê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Piştî tayinkirina qeyûman Parlamentera Wanê ya HDP'ê Muazzes Orhan, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, Mustafa Avci, çûn navçeyê û çûn serdana esnafan. Gelek eleqek mezin nîşan da. 
 
Muazzes Orhan wiha got:"Di serdema hilbijartinan de gelê Elbakê bersiva pêwist da qeyûman. Ew ê dîsa bide. Ji gel ditirsin loma qeyûm tayin dikin. Ne em ne jî gel qeyûman qebûl nake û ew ê neke. Em moralê xwe xirab nakin. Me serî netewand û em ê dîsa bi ser bikevin."
 
Heyetê piştre malbata Hevserokê Şaredariya Elbakê, Erhan Acar ê ku hat binçavkirin ziyaret kir.