Li Silêmaniyê pirsgirêkên jinan hat nîqaşkirin

  • 16:09 7 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi dirûşma, 'Bi dengê bilind bêje ez mirov im, ez jin im' guftûgoyek vekirî têkildarî pirsgirêkên jinan de hat lidarxistin. Jinan, bêdengiya li hemberî şîdeta li ser jinan rexne kirin û gotin: " Divê jin zêdetir beşdarî rêveberiyên hikûmetê bibin."
 
Li Silêmaniyê bi dirûşmeya, 'Bi dengê bilind bêje ez mirov im, ez jin im' li avahiya Hevpeymaniya Nîştimanî ya Kurdistanê guftûgoyek vekirî têkildarî pirsgirêkên jinan de hat lidarxistin. Aktîvîst, siyasetmedar û parêzerên jin beşdar bûn.
 
Guftûgoyê bi axaftina Cîgira Serokê Hevpeymana Nîştimanî Avesta Kemal dest pê kir. Avesta, bal kişand ser şîdeta li hember ferdên civakê tê kirin û wiha got: "Herî zêde şîdet li jinan tê kirin û civakê ji çavê xwe li hember girtiye. Têkildarî kar û xebatên rêxistinan dikin eşkere kir ku piraniya rêxistinên hene, tenê dirûşmene."
 
Endama Desteya Siyasî ya Hevpeymana Nîştimanî Sergul Qeredaxî bila kişand ser hewldanên rêxistinan ji bo beşdarkirina jinan di nava rêveberiyê de kir û wiha axivî: "Di warê siyasî de, li Herêma Kurdistanê rêxistinan gelek têkoşîn kiriye. Nayê payîn ku hebûna xurt bikin û jinan zêdetir beşdarî rêveberiya hikûmetê bikin. Di vê dema parlamentoyê de divê bo ji bo her sê serokatiyan sîstema kota were erêkirin."
 
Sergul Qeredaxî bal kişand li ser rola ragihandinê û wêneyê jinan ê di nava mejiyê xelkê de çêdike jî û wiha bilêv kir: "Ew wêneyên ku ew ji bo jinan dikêşin cihê rexnêyê ye. Dibe ku di nava civakê de nîşan bibin, sedema vê jî ew e ku li navenda wan ragihandina ya biryardayînê jin nînin. Lewma divê rola jinan li wan navenda hebe."