Meclîsa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer daxuyanî dan

  • 15:02 7 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer îro bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
 
Meclisa Malbatên Şehîdan, gaziyên şer, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelê herêma Firatê, Minbic û Reqqa yê bi armanca şermezarkirina êrîşên  dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bêdengiya navneteweyî li hember êrîşan, li goristana Ş. Dicle Kobanê daxuyaniya çapemeniyê dan.
 
Daxuyanî bi zaravayê Kurmancî ji aliyê Ronahî Hacî, bi zimanê Erebî ji aliyê Munzir Xelîl û bi zimanê înglizî ji aliyê Niştîman Hacî Mûrad ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Piştî derbas bûna 50 roj ji êrîşa dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê DAIŞ û El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dewleta tirk armancên dagirkeriya xwe bêhtir li ser axa Sûriyê bikin, guhertina demografî, qirkirina pêkhatiyên gelên Sûriyê,  esas digire. Tevî ku delweta tirk bi çeteyên xwe yên teror li ser gel tundiyek mezin dide meşandin balafir û çekên xwe yên kîmyewî bi kar dianîn, bû sedema qetlîma sivîlan. Di heman demê da diziya gel kirin, sivîlên ku di herêmê de dijîn direvînin û dikin mijara bazaran.
 
Em jî wek meclîsa malbatên şehîdan û gaziyên şer bê dengiya navdewletî şermezar dikin ji ber ku heta niha nikaribûn dagirkeriya dewleta tirk bisekînin, ya ku bi rêya koçberan û terorê li cîhanê gef dixwin.
 
Em radigihînin ku li pişt hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk in ya ku di berxwedana rûmetê de ber xwe dide, bi fedayîbûna şervanên me yê şerê li dijî terora DAIŞ’ê û di berxwedana rûmetê li dijî dagirkeriya tirk kirin ji bo parastina gelê herêmê û parastina şêwaza jiyana hevbeş di nav hemû pêkhateyan de, ew berxwedanî wek sembolekê ji bo me ye û em pê serbilin din. Ji ber ku zarokên me canê xwe feda kirin ji bo parastina ax, rûmet û gihîştin asta herî bilind ew jî şehadet e.
 
Em wek meclîsa malbatên şehîdan û gaziyên şer bang li civaka navneteweyî di serî de Amerîka û Rusiya dikin ku zextê li ser dewleta Tirkiye bikin û bê deng nemînin li hember kuştin û binpêkirina mafan."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namrin" û "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.