Partiyên Siyasî li Kampa Waşokanî daxuyanî dan

  • 14:08 7 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Di çarçoveya hemleya 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Partiyên Siyasî serdana Kampa Waşokanî kirin û daxuyanî dan.
 
Di çarçoveya hemleya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê  Partiyên Siyasî, Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Jinên Suriyan serdana Kampa Waşokanî kirin û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sebah Osman ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Têkoşîn û berxwedana jinan li hember sîstemên baviksalarî dewam dike. Bi armanca avakirina civakek azad û wekhev em têdikoşin. Di şoreşa Rojava de jin pêşeng bû û di hemû qadên jiyanê de cih girt û bû sembol ji hemû jinên cihanê re. Di êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin hate hedefgirtin. Hedefgirtina jinan siyasetek li dijî îrade û hebûna jinê tê meşandin. Her wiha di van êrîşan de jiyana hevbeş, ewlehiya herêmê û demokrasî hate hedefgirtin.
 
Em wekî jinên ji pêkhateyên cuda tundiya li dijî jinan, dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin.
 
Em bang li saziyên mafê mirovan û rêxistinên mirovî dikin ku rê li ber dagirkerî û komkojiyan bigirin, ji ber ku dagirkerî û komkujî hemû cureyên şidetê yên li ser jin, zarok û civakê ne."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" , "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.