Jina ku Serokê Egîtim-Bîr-Sena Amedê Yunus Memîş gef lê xwarin alîkarî xwest

  • 12:43 7 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Betul Gulçîçek îdia kir ku Serokê Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm-Bîr-Senê ya Amedê Yunus Memîş gefên mirin û tecawizê lê xwariye û di Tiwîtterê de peyamên gefxwarinê yên Yunus parve kir û daxwaza alîkariyê kir. 
 
Jina bi navê Betul Gulçîçek îdia kir ku Serokê Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm-Bîr-Senê ya Amedê Yunus Memîş gefên mirin û tecawizê lê xwariye. Betul peyamên gefxwarinê yê Yunus Memîş li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê parve kir. Gulçîçek da zanîn ku wê têkildarî van gefan serî li Serdozgeriya Komarê daye û serlêdana wê bêbersiv maye û daxwaza alîkariyê kir. 
 
Gefa mirin û tecawizê 
 
Betula ku hesabê nû yê Twîtterê vekiriye di parvekirinên xwe de Wezareta Dadê, Wezareta Perwerdehiyê ya Milî, Wezareta Karê Navxweyî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rojnameger û gelek saziyên jinan etîket kir. 
 
Betul peyamên Yunus Memîş ku jê re şandiye wiha parve kir: “Wê kî te ji destê min xelas bike. Eger tu wê şaşîtiyê bikî, ez ê te bikujim. Heke ew axaftin li cihekî were belavkirin û biçe ber destê dozgeriyê ez ê te bikujim. Ez ê nekim lê gelek zilamên te bikujin li derdora min hene. Li dozgeriyê gelek dostên min hene. Qey tu bawer dikî dê dozgerî ji te bawer bike. Sibê were cihê her demê. Heke tu sibê neyê tu zanî dê çi bibe.”
 
Betul, li gel wêneyên ekranê jî 13 Twît parve kir û angaşt kir ku tê tehdîtkirin. Betul anî ziman ku her çiqas wê serî li Dozgeriya Amedê dabe jî îfadeyên Memîş negirtine. 
 
Yunus piştî van parvekirinên li ser medya civakî îdia derewand. Yunus angaşt kir ku bi telefoneke sexte ku wêneyê wî hatiye dizîn û li profîlê Whatsapê hatiye barkirin peyam ji Betul re hatine şandin. Yunus got ew ê giliyê vê meseleyê bike.