Komcivîna Tendirustiyê ya Jinê dest pê kir: Tenduristî xweparastin e

  • 12:18 7 Kanûn 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka SES'ê Gonul Erden di yekemîn Komcivîna Tendirustiyê ya Jinê de axivî. Gonulê got:"Têkoşîna jinê û ya tenduristiyê bi hev re tê meşandin. Her çiqas ev qada di bin desthilatdariya mêr de be jî îro keda jinê ya di vê qadê de gelek e."
 
Komeleya Kedkaran û Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yekemîn Komcivîna Tendirustiyê ya Jinê li dar xist. Komcivîn li Eywana Konferansê ya Navenda Giştî ya Egitim Sena Enqereyê pêk hat. Hevseroka SES'ê Gonul Erden di yekemîn Komcivîna Tendirustiyê ya Jinê de axivî. Komcivîn axaftina Hevseroka SES'ê Gonul Erden dest pê kir. 
 
'Sîstema desthilatdar dest daniye ser destkeftiyên tenduristiyê yên civakê'
 
Gonulê wiha got:"Îro bi têkoşîna kesên di vê qadê de jiyana xwe ji dest dane em vê civînê li dar dixin. Dê dewamiya vê têkoşînê û van civînan bê. Sîstema desthilatdar dest daniye ser destkeftiyên tenduristiyê yên civakê. Di heman demê de ev tê wateya hedefgirtina keda jinê jî. Ne tenê di qada tenduristiyê de di her qadê de sîstem têkoşîna jinê û keda jinê hedef digire. Têkoşîna jinê ya li dijî vê yekê didome."
 
'AKP bi polîtikayên şer dixwaze emrê xwe dirêj bike'
 
Piştre Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey got:"AKP di nava krîzek kûr de ye. AKP bi polîtikayên şer dixwaze emrê xwe dirêj bike. Bi enflasyona ku zêde dibe bêkarî, krîza aborî zêde dibe. Li dijî pêkanînên ji bo temenê îktira xwe dirêj bikin têkoşîna jinê didome."
 
'Tundiya zihniyeta baviksalarî didome'
 
Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy jî wiha got:"Em di nava pêvajoyek ku zihniyeta baviksalarî gelek zêde ye de dijîn. Tundiya zihniyeta baviksalarî didome. Em dibînin ku di nava pêvajoyek faşîst de bloga AKP-MHP'ê jinê hedef digire. Ji bo jiyanek azad divê em bi hev re li dijî van kiryarna li berxwe bidin."
 
Piştî axaftinan ji bo komcivînê navber hat dayin. Ew ê komcivîn piştî navberê bidome.