Li Mêrdînê qedexeya ku bi dawî nabe: Em ê van dîwarên kaosê hilweşînin

  • 09:11 7 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji roja qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûye heta niha walîtiyê ji bo bername û çalakiya qedexe daniye. 
Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîr Kaon diyar kir ku qedexe ji xebatên wan re nabe asteng û wê li her qadê bin.
 
Walîtiya Mêrdînê piştî ku qeyûm tayînê şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê bû şûnde li bajar di 19’ê Tebaxê de ji bo çalakî û bernameya qedexeya 30 rojî anî û di 15’ê Mijdarê de carek din dirêj kiribû. Ji meha tebaxê heta niha her cureyê daxuyaniyê li bajar hat qedexekirin û avahiya HDP’a bajar jî bin dorpêça polîsan de ye.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mengîr Kaon, da zanîn ku li Tirkiyeyê hawira ku siyaset lê bê kirin nehatiye hiştin.
 
‘Sedema qedexeyan tirsa li hember me ye’
 
Hasîbeyê zextên li ser xebatên HDP’ê bi bîr xist û got: “AKP’ê fêm kir ku gelê Kurd bi rêxistinbûn û xebatên HDP’ê wê statuyê bi dest bixe. Hedefa me ya herî mezin jî ev e ku em bi gelan vê bidin qezenckirin. Wan jî li dijî vê konsep da destpêkirin. Konsepta wan a êrîşan bi salan didome. Bi talan û girtinan xwestin vê bidin destpêkirin. Hinek dibêjin ‘gelê bakur belav bûye’ lê ez bi vê bawer nakim. Gel gelê berê ye. Hezkirin û welatparêziya wan a berê ye. Lê AKP’ê êdî hawira siyasetê ji mirovan re nehiştiye. Ji her qadê êrîş dikin û dixwazin îlegalîze bikin. Ji ber vê jî navçe û navenda me di bin dorpêçê de ye.”
 
‘Em tu car dest ji xeta berxwedanê bernadin’
 
Hasîbeyê daxuyakirin ku wê xebatên wan li her derê bidome û got bi qedexe û astengiyan hewl didin her tiştî tune bikin û wiha berdewam kir: “Walî, emniyet an jî hikûmet çi dikin bila bikin em dest ji xebatên xwe bernadin. Tên li ber avahiya partiyê nobetê digirin. Çima? Yanî dibêjin ‘em li vir in’. Lê em li dijî van tu car dest ji xeta berxwedanê bernedin. Em ê dîwarê kaosê yê dixwazin li hember me ava bikin hilweşînin.”