‘Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar’

  • 09:06 7 Kanûn 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Seroka Komeleya Jinan Rosa, Adalet Kaya der barê êrîşên li hember destkeftiyên jinan axivî û got: “Divê hemû jin bi hev re bi eniyek hevpar li dijî êrîşan têkoşînê bidin. Di rewşa ku ev pêk bê de êrîş jî wê bên çewisandin.”
 
Di encama muzakereya navbera meclîs û wezareta dadê de ji aliyê wezareta dadê û wezareta xizmetên civakî û malbatî ve di 10’ê cotmeha 2018’an de ‘Komxebata Nefeqeyê’ pêk hat û piştî vê jî nîqaşên ‘sînorkirina nefeqeyê’ bi pakêta darazê ya nû dîsa hat rojevê. Li aliyê din jî li hember destkeftiyên jinan êrîş didomin û tevgera jinan bi armanca pêşî li van êrîşa bigirin têkoşîna xwe berdewam dike. Seroka Komeleya Jinan a Rosa, Adalet Kaya der barê pakêta daraza nû, êrîşan de û sînorkirina mafê nefeqeyê de nirxandin kir.
 
‘Nefeqe ji bo jinan hêvî ye’
 
Adaletê diyar kir ku jin ji hemû qadên aborî tên dûrxistin û piranî jin ji ber jiyana zewacê nikarin bixebitin û hilberîna jinên kedkarên malê jî parçeyek mezin a hilberînê ava dike lê beramberê vê nagire. Adaletê wiha got: “Dema jin tê nokteya ku destberdanê bi pirsgirêkên aborî re tê rû hev. Di rewşê de jî nefeqe girîng e. Ji sedî 80 destberdan ji ber şîdetê pêk tên. Jinên rastî şîdetê tên, ji ber aboriyê neçar dimînin zewacê bidomînin. Ji ber vê jî mafê nefeqeyê ji bo jinan gelek girîng e. Yanî ji bo jinan hêvî ye.”
 
Adaletê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nefeqe di rewşa heyî de rêjeya wê gelek kêm e û heta niha nefeqeyên ku dadgehan hukim kiriye jî ji bo zarokan tê dayîn û di esasê de ji bo jinan nefeqe nayê girêdan.
 
‘Gotinên li dijî nefeqeyê şîdetê ji nû ve derdixe holê’ 
 
Adaletê bal kişand ser êrîşên li hember destkeftiyên jinan û got ev şîdetê ji nû ve hildiberîne û wiha pê de çû: "Tê xwestin ku newekheviya navbera mêr û jinan de ji nû ve hilberînin û kûr bikin. Ji bo şîdetê rewa bikin, li ser jinên gotinên tunekirinê hildberînin. Ev ji aliyê desthilatrî û nûnerên wê ve her roj tên hilberandin. Ev êrîş hemû şîdetê ji nû ve hildiberînin. Êrîşên li hember destkeftiyên jinan bêguman ji şer serbixwe nîne. Şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Êrîşên li hember Peymana Stenbol û mafê nefeqeyê ji polîtîkayên şer ne serbixwe ne."
 
‘Em dikarin bi têkoşînê pêşî lê bigirin’
 
Adaletê destnîşan kir ku ev sererastkirinên wisa li aliyekî jî hêviya jinan ji destê wan digirin û ev pêşnûme dikare pêşî li îstîsmara zarokan vebike. Adaletê wiha dawî lê anî: “Divê hemû jin bi hev re bi eniyek hevpar li dijî êrîşan têkoşînê bidin. Di rewşa ku ev pêk bê de êrîş jî wê bên çewisandin.”