Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê binçavkirina hevşaredaran şermezar kir

  • 15:32 6 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Şaredariya Qelqeliyê di civîna asayî ya meha kanûnê pêk anî û binçavkirina hevşaredar Dîlan Orencî Yakup Almaç şermezar kir û gotin: "Zihniyeta ku vîna gel tune dihesibîne em şermezar dikin." 
 
Polîsan, li Wanê bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girt û wan binçav kirin. Polîsan, piştî lêgerînên li malê wan, hevşaredaran bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Wanê. Şaredariya Qelqeliyê di civîna asayî ya meha kanûnê pêk anî û binçavkirina hevşaredar Dîlan Orencî Yakup Almaç şermezar kirin. 
 
Serokwekîl Sakîne Kutpinar serokatiya civînê kir û diyar kir ku li hemberî vîna gel bêtehemuliyek heye û wiha dom kir: "Em binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar dikin. Kesên ku bi hilbijartinê tên divê bi hilbijartinê biçin. Ev rastiya demokratiyê ye. Zihniyeta ku vîna gel tune dibîne em şermezar dikin. Divê hevşaredarên me bên berdan û bên ser karên xwe."
 
Di civînê endamên meclîsê yên şaredariyê di axaftinên xwe de binçavkirina hevşaredaran rexne kirin. 
 
Civîna meclîsê bi nirxandina raporên komîsyonan bi dawî bû.