Serdozgeriyê serlêdana malbata Abdullah Ocalan red kir

  • 15:24 6 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir.
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo ku li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriya Bûrsayê bi lez bersîv da malbata Abdullah Ocalan û daxwaza hevditinê red kir.
 
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgerê Komarê ya Bûrsayê daxwaza vav malbatan jî, red kir.
 
Serdozgeriyê bi hinceta "hejmara 5275" û “Sînordar kirina mafê hikumxwaran" daxwaza malbatan red kir. 
 
Malbatên girtiyên li Îmraliyê herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12’yê Tebaxa 2019’an de çûbûn hevdîtinê.