Li dijî êrîşan jinên ciwan rabûn ser piyan

  • 15:23 6 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk jinên ciwan ên Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li dar xistin.
 
Bi pêşengtiya jinên ciwan meşek girseyî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin û di meşê de komkujuya Til Rifetê hat şermezarkirin. Meş ji lîtgeha gundê Babînîs ya girêdayî Şehbayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên birîndar û şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsa "Ji bo guhertinê serî hilde, li berxwe bide, ji bo azadiyê şer bike" û "Tirkiyeyê axa me talan dike zarok û jinên me dikuje Rûsya jî bêdeng e" hatibûn hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrîn û Şehbayê Rûhat Sîdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze sîstema netewa demokratîk û wekheviya gelan têk bibe. Ev proje bi pêşengtiya Rêveberiya Xwer tê birêvebirin. Li Efrînê gelê sivîl hat hedefgirtin û gel neçar me koçber bû. Niha li Şehbayê jî êrîşî gelê Efrînê dike. Herî dawî li Til Rifatê komkujî pêk anîn di encamê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndar bûn. 
 
Em wek jinên ciwan bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku rê li pêşiya komkujiyan û pêkanînên dijmirovatî bigirin."
 
Her wiha têkildarî komkujiya 2'yê kanûnê şanoyek hat pêşkêşkirin. 
 
Meş bi dirûşma "Na ji kuştina zarokan re", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Til Rifetê" bi dawî bû.