Greva birçibûnê ya girtiyên li Osmaniyê bi encam bû

  • 14:10 6 Kanûn 2019
  • Rojane
OSMANIYE - Girtiyên li Girtîgeha Osmaniyê yên ku di grevê de bûn, piştî ku daxwaza wan hat qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin. Li Girtîgeha Turkoglu ya Maraşê jî greva birçîbûnê didome.
 
30 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê li dijî ferzkirina ku li ser piyan hijmara xwe bidin ji 12'ê mijdarê ve di greva birçîbûnê de bûn. Piştî ku daxwaza girtiyan hat qebûlkirin, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn. 
 
4 girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha  Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû ya Mereş'ê dimînin, ji 25'ê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Girtî dixwazin ku dawî li dayina hijmarê ya bi nîzamla leşkerî were, daxwaza yekkirina koxuşan pêk were, di têketina girtîgehê de kesî tazî nekin û wiha ser wan seh nekin, dawî li meşa nîzama leşkerî ya li korîdoran were, cezayên disîplînê yên kêfî werin betalkirin, karta nasnameyê ya ku bi vê xwe ve dikin rabe û rojnameya Yenî Yaşamê, pirtûk, name û kargoyê bidin wan.