Ji bo banga HDP’ê ya hilbijartina zû piştgirî

  • 09:08 6 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê jinan piştgirî dan biryara hilbijartina nû ya HDP’ê. Jinan diyar kirin ku AKP’ê di 17 salan de li Kurdan ji bilî şer, mirin, rondikan tiştekî rewa nedîtiye û got: “Ji bo ev zilm bi dawî be divê Kurd bibin yek. Em li pişt biryara partiya xwe ne.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20’ê Mijdarê de bi pêkhateyên xwe re li Enqereyê civînek pêk anî û piştî vê deklerasyoneke ji 11 xalî pêk dihat aşkera kir. HDP’ê di deklerasyonê de banga hilbijartina zû kiribû û vê bangê ji her alî piştgirî dît.
 
‘Em li pişt biryara partiya xwe ne’
 
Berfîn Ozdemîr da zanîn ku ew heta dawî li pişt biryara partiya xwe ne û wiha got: “Di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de me ji bilî şer û mirinê tiştek nedît. Zarokên me dimirin. Gelê Rojava bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Me tifaqa AKP-MHP’ê di 31’ê Adarê de têk bir. Me li Kurdistanê piştgirî da partiya xwe HDP’ê û li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê jî bi saya me AKP û MHP’ê winda kir. Em bi her awayî li pişt biryara partiya xwe ne.”
 
‘AKP bixwe tune bû’
 
Makbule Ozer jî bi lêv kir ku AKP’ê dawiya xwe bi polîtîkaya ‘dijminahiya Kurdan’ aniye û wiha berdewam kir: “Me deng bi kar anîn. Me serkeftinek mezin li ser sindoqan bi dest xist. Tiştê ku bi dengan negirtin, bi zorê girtin, binçavkirin û tunekirinê dibêjin qey wê bigirin. AKP’ê hewl da me tune bike, lê xwe tune kir. Ez bang li Kurdên ku deng dane AKP’ê dikim. Divê gelê Kurd bê ser hemdê xwe. Bi wijdanê xwe tev bigere. Divê em xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derkevin.”
 
‘Tiştên îro em jiyane sibehê jî hûn ê bijîn’
 
Jina bi navê Vesîle Atsak jî destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî dewletan bi tena serê xwe têdikoşe û got: “Hemû dewlet piştgiriyê didin AKP’ê. Hemû tank, top û çekan didin. Gelê Kurd bi tena serê xwe li dijî van dewletan têdikoşe. Malên Kurdan tên hilweşandin. Gelê Kurd tên girtin. Malên wan tên xespkirin. Hemû lîstik li ser Kurdan tên lîstin. Li Rojava zarok bi çekên kîmyewî tên şewitandin. Gelo ev mirovahî ye? Ev maf e? DAIŞ’ê tecawiz, komkujî û îşkence pêk anî. Ez bang li hemû jin, dayik û malbatan dikim; îro zarokê min bê qetilkirin sibehê jî wê ew bijîn.”
 
Vesîleyê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî tayînikirina qeyûman a ji bo şaredariyan jî da û got: “Siyasetmedarên me xistin girtîgehan. Gelek karker ji karê xwe bûn. Ev xesp e. Em dixwazin hilbijartin zû pêk bê. Qeyûm şaredariyan têk dibin. Tu fêdeya wan ji me re tune ye. Me ji bo şaredariyan bedelên mezin dan. Ji ber vê şaredariyên me girîng in. Em ê dîsa xwedî lê derkevin. Şaredariyên me xesp kirin. Xwedê vê qebûl nake. Em jî nakin.”