'Projeya wekheviya gelan misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye'

  • 09:05 6 Kanûn 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Cigîra Seroka Desteya Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Ibrahîm diyar kir ku projeya wekheviya gelan misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û got: "Bi rihê Hevrîn, Amara û dayika Eqîde têkoşînê mezin bikin."
 
Girîngiya projeya Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya hemû pêkhateyan di nava xwe de hemêz dike bi pêşengtiya jina azad derdikeve pêş.Têkildarê vê mijarê Cigîra Seroka Desteya Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Ibrahîm ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Projeya netewa demokratîk çareserî ye'
 
Rûken da zanîn ku yek ji sedema serkeftina Şoreşa Rojava, projeya netewa demokratîk ku bi pêşengtiya jinê hatiye rûniştandin e û wiha got: "Dewleta tirk û hevkarên wê îro komployekê li dijî deskeftiyên Şoreşa Rojava pêk tînin, armanca wan a sereke têkbirina projeya netewa demokratîk a ku hemû pêkhateyên herêmê bi mafê wan ê xwezayî hemêz dike û  Lewma îro êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikin."
 
'Desthilatdar projeya netewa demokratîk ji bo xwe xeter dibînin'
 
Rûkenê di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Gelên me yên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji ber desthilatdaran di xeeterê de ne. Lê gelên me vê nema qebûl dikin û bendava koletiyê şikandine. Ji ber ku pêkhateyên herêmê  pirojeya Netewa Demokratîk ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatibû pêşkêşkirin hilbijartine. Ev piroje jî ji bo desthilatdaran xeteriyek e, lewma îro dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikin ku vê projêyê vala derxin, bêdengiya dewletên navneteweyî razîbûna bi van êrîşan nîşan dide.”
 
'Serhildana jinan têkbirina sîstemên baviksalar e'
 
Rûken balkişand ser hedefgirtina jinan û got: "Di dîrokê de yên ku desthildarî û koletî qebûl nekirine, li hember dîktatoriyê serî hildan û daxwaza azadiyê kirine jin in û loma îro di êrîşan de despêkê jin hedef tên girtin. Ji ber ku di kesayet û rastiya jinê de wekhevî heye, şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê hate lidarxistin û bi fedekarî û birêvebirina jinê projeya netewa demokratîk a ku wekheviya gelan esas digre hate rûniştandin. Jinan di serkeftina Şoreşa Rojava û parastina nirxên xwe de li her qadê rolek pir girîng lîstin û di cîhanê de bûn sembol. Serhildana jinan têkbirina sîstemên baviksalar e. Ji ber wê îro li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û di Rojhilata Navîn de jin tên hedefgirtin."
 
‘Komplo lidijî deskeftiyên Şoreşa jinê ne’
 
Rûkenê diyar kir ku di roja Komploya 9’ Cotmehê de  li dijî deskeftiyên şoreşa Rojava êrîş hatin kirin û wiha pêde çû: "Di 9’ê cotmehê de dewleta tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ên bi ewle kir, di encamê de bi hezaran kes koçber,birîndar û şehîd bûn. Li hember kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê ku di roja me ya îro de komkujî li dijî  sivîlên li Serêkaniyê, Girê Spî û Til Rifetê pêk anîn û li dijî van komkujiya dewletên navneteweyî bêdeng dimînin û ev jî  razîbûn û hevkariya wan bi dewleta tirk ku van komkujiyan pêk tîne re nîşan dide. Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, ji bo parastina deskeftiyên şoreşê îro jin li hember zilm û newekheviyê, bi hêz û îrade ne.”
 
Rûkenê di dawiya axaftina xwe de bang li yekîtiya jinan kir ku bi rihekî têkoşer li himber êrîşan bisekinin û deskeftiyên şoreşê ji dijminê hov biparêzin.