'Cîhan hemû şirîkê vê komkujiyê ne'

  • 09:02 6 Kanûn 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan, derbarê komkujiya ku li ser şêniyên Til Rifetê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat nirxandin kir û got: " Komkujiya ku hat kirin ji exlaqê mirovahiyê dûr e. Pîvanên dagirkeriyê bi rengekî nû bê wijdan li ser vîna gelên ku xwe didin jiyîn hat kirin. Cîhan hemû şirîkê vê komkujiyê ne." 
 
Di çarçoveya êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê yê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûbûn, dewleta tirk bi tundî ev herêm topebaran kir. Di encama êrîşan de, 8 jê zarok 10 kesî li herêmê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan nirxandin kir û bi tund ev komkujî şermezar kir.
 
'Koçberî û qetilkirin para gelê bê sûc e'
 
Henanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vê komkojiya pêk hat û wiha got: "Komkujiya dewleta tirk a dagirker derheqê gelê me yên sivîl li Til Rifetê em bi tund şermezar dikin. Komkujiya ku hat kirin ji exlaqê mirovahiyê dûr e. Pîvanên dagirkeriyê bi rengekî nû bê wijdan li ser vîna gelên ku xwe didin jiyîn hat kirin. Ev yek diyar dike ku bê çiqas dewleta tirk dijminatiya gelan dike û bê ferq di navbera temenan de, qetilaman li ser gelan dide meşandin. Şêniyên Til Rifetê bi xwe şêniyên Efrînê ne yên ku ji ber komkujiyên Erdogan li ser axa xwe koç bûne û li jiyanan aram digerin, lê xwiyaye her koçberî û mirin para gelê bê sûc e." 
 
'Ev komkujî berdewamiya pilanên dagirkeriya Efrînê ye'
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Henanê bal kişand ser komkujiyên ku di Efrînê de çêdibin ku dewamiya wê li Til Rifetê ye û wiha dom kir: "Tiştên ku di Efrînê de jî hat kirin, îro ev komkujî berdewamiya wê bû. Bê mafî, tirs, kuştin, destdirêjî û revandin  heya roja me ya îro jî di Efrînê de tê kirin, gel neçar e koçber bibe. Tiştên ku îro li pêşiya çavê cîhanê tê kirin û cîhan jê re bê deng e, binpêkirina mafê mirovan e û cîhan hemû jî şirîkê vê komkujiyê ye. Îro dagirkeriyek heye, axa Sûriyeyê dagir dibe û gelên Sûriyeyê tên kuştin. Siyaseta ku li ser vî gelî tê meşandin, siyaseteke qirêj e. Her kes di tunekirin û qirkirina vî gelî de bi israr e. Ji bo mafê hemû pêkhateyan di hundir destûrek demokratîk de, tu kes li çareseriyê nagere. Tenê gelan qetil dikin û dixwazin desthilatdariya xwe li ser wan bidin ferzkirin. Para Rêjîma Sûriyeyê jî di vê komkujiyê de heye, ku xwe wisa li hember qetilkirina gelê xwe bêdeng dihêlêe. Xwîna gelên kurd tê rijandin."
 
'Tirkiye axa gelan dagir dike '
 
Henanê destnîşan kir ku divê şerê berjewendiyên îktidaran bi dawî bibe û wiha dewam kir: "Roj bi roj parçeyek ji welatê me li ser destê tirkiyeyê tê dagirkirin. Mînakên wê El Bab, Cerablus, Serêkaniyê, Girê Spî û hîn jî dewleta tirk xeyalên wê bi dagirkirina axa me nerawestiyaye û heta Mûsilê daye ber xwe. Dixwaze gelan di nava metirsiyê de bide jiyankirin û her kes li benda mirina xwe be. Guhertinên demografîyê li ser axa herêmê pêk tînin, niştecihên resen koçber dike û malbatên çeteyan ên bê nasname li mal û  li ser axa me bi cih dike. Li kîjan welatan ewqas mirov rastî qirkirinê tê? Kaniya jiyanê li ser mirovan didin rawestan."
 
'Divê êdî hemû cîhan li dijî dagirkeran bertekek tund nîşan bidin'
 
Henanê di dawiya gotinên xwe de ev tişt got: "Her carekê  Tirkiye di bin navekî de gefan li cîhanê dide xwarin û bi van tehdîdan projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk tîne. Divê êdî hemû cîhan li dijî dagirkeran bertekek tund nîşan bidin. Her diçe alozî kûr dibe û her kes ji xwe re temaşe dike. Wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibêjin ku sûcê mezin ên saziyên ku navê mirovahiyê li xwe kirine, sûcê mezin ya wa ne ku heya vê deqê jî tu deng ji wan nehatiye. Ev yek diyar dike ku komployek li ser herêmê heye û çira kesk ji Erdogan re vêxistine. Pêwîstiya me di vê dema hesas de weke pêkhateyên herêmê, em hevgirtina xwe xurt bikin û xwedî li nirx û rûmeta gelê xwe derkevin. Israra me ji bo têkoşînê mezin e."