ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:01 6 Kanûn 2019
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan, derbarê komkujiya ku li ser şêniyên Til Rifetê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat nirxandin kir û got: " Komkujiya ku hat kirin ji exlaqê mirovahiyê dûr e. Pîvanên dagirkeriyê bi rengekî nû bê wijdan li ser vîna gelên ku xwe didin jiyîn hat kirin. Cîhan hemû şirîkê vê komkujiyê ne." DÎMEN HEYE
 
*Jinên navçeya Zirganê êrîşên dewleta tirk ên ser Rojava şeremzar kirin û gotin:"Ew hatine me qir bikin, lê em qir nabin tovê me li her derê şîn tê. Em ê serî netewînin."DÎMEN HEYE
 
*Cigîra Seroka Desteya Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Ibrahîm diyar kir ku projeya wekheviya gelan misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û got: "Bi rihê Hevrîn, Amara û dayika Eqîde têkoşînê mezin bikin." DÎMEN HEYE
 
* Kedkara perwerdehiyê Seher Kiliç ku bi KHK’ê hat îxrackirin wiha got: “Daxwaza wan ev bû ku bi îxracê re mexdûriyetê biafirînin û me bi giştî tune bikin. Lê di her rewşê de me berxwedan tercîh kir. Em bi nasnameya jin û sendîkavaniyê têkoşîna xwe didomînin.”
DÎMEN HEYE
 
*Li Wanê jinan piştgirî dan biryara hilbijartina nû ya HDP’ê. Jinan diyar kirin ku AKP’ê di 17 salan de li Kurdan ji bilî şer, mirin, rondikan tiştekî rewa nedîtiye û got: “Ji bo ev zilm bi dawî be divê Kurd bibin yek. Em li pişt biryara partiya xwe ne.”
DÎMEN HEYE
 
*Li Nisêbînê di navbera 2015-2016’an de ji ber pevçûnên hatibûn jiyîn gelek kesî jiyana xwe ji dest dabû û hîna jî cezaneyê bi dehan kesî li goristana bêkesan e. Parêzeran wiha gotin: “Dadgehê got ‘dayîna ruhsata definkirinê û berdewamiya wê ne karê min e’ û nexwest lêpirsînkirina navê van kesan berdewam bike. Li pêş malbatên ku cenazeyên xwe teşîs kirine jî astengiya burokratîk ava kirine.”
DÎMEN HEYE
 
*Der barê mêrê bi navê Tarik E de ku li hember du zarokên xwe îstîsmara zayendî pêk anîbû, li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz hatibû vekirin û heyeta dadgehê di dozê de pêşeroja gumanbar fikirî û di cezayan de çû daxistinê, bi giştî 48 sal 5 meh û 7 roj ceza lê birî.
 
*Demgul Athan diyar kir ku penaberên li Tirkiyeyê nikarin xwe bigihînin mafên xwe û sûcên li dijî zarokên penaber jî her diçin zêde dibin. Demgul Athan got: “Hikûmet penaberan li hember Ewropayê wek tehdîd bikar tîne, her tim dibêj em ê wan şûnde bişînin, ev jî nîşaneya polîtîkaya xwegîhandin mafên penaberan e.
 
*Navenda Kar a Artos ku yek ji mexezayên dan û standinê ya ewil a Wanê ye, ji ber krîza aborî zindîbûna xwe ya berê winda kiriye û di heman demê de Sûka Misir a 50 sal in li navendê ye û gelek kargeriyên din neçar man kepenkên xwe bigirin. Ji esnafên Artos, Fîlîz Yîgît diyar kir ku fatureya krîzê li wan tê birîn û got: “Şah dilîzin, piyon jî tên xerckirin.”DÎMEN HEYE