Li Wanê hevşaredar hatin binçavkirin

  • 08:53 6 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Hevşaredarên navçeya Elbak, Bêgir û Qelqeliya Wanê hatin binçavkirin. Li Amedê jî Endama Meclîsa Şaredariya Rezan Naşîde Bûlûttekîn Can ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat binçavkirin.  
 
 Polîsan, li Wanê bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girt û wan binçav kirin. Polîsan, piştî lêgerînên li malê wan, hevşaredaran bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Wanê.
 
Li Amedê jî polîsan, bi ser mala Endama Meclîsa Şaredariya Rezan Naşîde Bûlûttekîn Can ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin de girt û wê binçav kirin. Polîsan, piştî lêgerînên li malê Naşîde bi xwe re birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê. Naşîde di 22'ê Cotmehê de ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin.