Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbetên Til Rifetê xwestin

  • 13:42 5 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dehan şêniyên Efrînê berê xwe dan bajarê Til Rifetê û sersaxiya malbetên şehîdan a komkujiya Til Rifetê xwestin.
 
Şêniyên Efrînê ji bo sersaxiya malbetên şehîdan a komkujiya bajarê Til Rifetê berê xwe dan bajarê Til Rifetê û sersaxî ji malbetên ku xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, xwestin. Bi beşdarbûna şêniyên Efrîn û Şehbayê, saz û dezgehên sivîl, bi dirûşma "Şehîd namirin" sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Meclîsa navçeya Ehdasê ya girêdayî Şehbayê Raniye Hesen, li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Leyla Îbîş û li ser navê malbata Şehîd Arêf Cefer, Muhemed Cefer axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin: "Zarokên bê sûc bûn, bûn qurbaniya komkujiyan. Ew zarokana dileystin ma çi sucê wan hebû hatin qetilkirin? Pêwist e hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn."